Ji Doza sereke ya KCK’ê tenê 2 kes hatin berdan
Ji Doza sereke ya KCK’ê tenê 2 kes hatin berdan
Ji Doza sereke ya KCK’ê tenê 2 kes hatin berdan
Rûniştina 175 siyasetmedarên kurd ên ji doza 'Qirkirina siyasî' tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Di biryara navberê de ji 98 siyasetmedaran tenê siyasetmedarên kurd Alî Oruç û Nadir Bîngol serbest hatin berdan Rûniştina dozê taloqî 16'ê Îlonê kirin.
Runiştina doza sereke ya KCK'ê ku wekî 'Qirkirina siyasî tê zanîn' li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de biryara navberê bê dayîn de parlementerên BDP'ê Selma Irmak û Kemal Aktaş, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê yê Amedê Muharrem Erbey û Rojnameger Tayîp Temel jî di nav de 60 girtî, parêzer û tercuman tevli bûn. Aktîvîstên DOKH'ê, jinên li Latîn Amerîkayê hatin û gelek xizmên girtiyan jî doz şopandin. Heyetê piştî rûniştinê biryara navberê da û der barê Alî Oruç û Şaredarê Erxenî yê berê Nadîr Bîngol de biryara berdanê da. Heyetê der barê 96 kesan de jî biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 16'ê îlonê kirin.