Ji doza Manîsayê ceza li 29 kesan hate birîn
Di rûniştina koma siyemîn a ji Doza Manîsa ya ku HDP’yî jê dihatin darezandin, heyeta dadgehê 3 HDP’yî berda û ceza li 29 kesên di çarçoveya dozê dihatin darezandin hate birîn.
Di rûniştina koma siyemîn a ji Doza Manîsa ya ku HDP’yî jê dihatin darezandin, heyeta dadgehê 3 HDP’yî berda û ceza li 29 kesên di çarçoveya dozê dihatin darezandin hate birîn.
Piştî cudabûna 3 dosyayên cuda ya Doza Manîsa ya ku 138 HDP’yî jê dihatin darezadin û şûnde, rûniştina duyemîn a Koma Sêyemîn a 8 kes girtî û 30 kes jê dihatin darezadin pêk hat. Rûniştina çaran li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê pêk hat. Hevserokê HDP’ê yê Manîsa Ahmet Ertaş ê girtî tê darezandin, hevserokê navçeya Tûrgûtlû Selahattîn Dagli, Mûrat Bîçîcî û 27 kesên negirtî tê darezandin û parêze li dadgehê amade bûn. Doza ku saetên sibê destpê kir 7 saetan dom kir.
Parêzerên ku heta saetên nîvro parastin kirin diyar kirin ku di dosyayê de delîlên pêşçav nînin û destnîşan kirin ku divê muwekîlên wan bên berdan. Heyeta dadgehê ya ku piştî hemû parastinan biryar da, ji bo Ahmet Ertaş, Selahattîn Dagli û Mûrat Bîçîcî ên girtî dihatin darezandin demê girtinê li ber çav hate girtin û qedexeya derketin derve re hatin berdan.
Di çarçoveya darezandinê de ceza li 29 kesan hatin birîn.
Navê Kesên ku ceza lê hatine birîn wiha ne:
Abdulhamît Keskîn, Abdulhamît Kolac, Abdulhamît Mûrg, Adnana Tûra, Ahmet Agdeve, Ahmet Demîr, Ahmet Ertaş,Aliya Ozdemîr, Aydin Orûç, Azîz Pozyel, Ethem Sarihan, Evren Baykût, Fadîle Gokturk, Fatîh Ozcan, Hamît Toktaş,Hatîce Toktaş,Îzzettîn Tûran, Kerem Taylan, Hûhsîn Demîrt, Bûrat Bîcîcî, Muzaffer Genç,Rahmettûlah Yarşi, Seher Nergîz, Sûhaddîn Dagli, Tarik Şahîn,Velî Dagçî.