Ji doza KESK’ê 22 kes serbest hatin berdan

Ji doza KESK’ê 22 kes serbest hatin berdan

Di doza KESK'ê ya 22 kes jê girtî, 72 kesên li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere dihat dîtin dîwana dadgehê der barê hemû girtiyan de biryara berdanê da. Rûniştina dozê taloqî 8'ê Tîrmehê hat kirin.

Rûniştina doza KESK'ê ya jê 22 kes girtî ya 72 kesan li 13'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere bi dnawi bû. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û sendîkayên navneteweyî tevlî rûniştinê bûn. Serdozgeriya Komarê ya Enqere di îdîanameya amadekir de 72 kesan ê îdîakirin endamên DEMEP'ê ya di bin bangê KCK'ê de hate avkirin in "Endamên rêxistinê ne" hate gotin û ji kesên tên darizandin re ji 7,5 heta 15 salan cezayên girtîgehê dixwaze. Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen û gelek parêzêr tevlî rûnştinê bûn.

Rûniştinê bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir. Yilmaz Yildirimci, Mehmet Arda, Fîkret Çalagan, Nîhat Kilinçali di dema tesbîtan nasnameyan de bi kurdî gotin "Ez livir im". Serokê Sendîkayên Karmendên Îsveçê (TCO) Eva Nordmark, Serokö Federasyona Rojnamegerên Ewropa Arne Konîg, Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê TCO'yê Thomas Janson,Nûnerê Sendîkaya Mamosteyan Krîstîna Stulterheîm, Nûnerê Sendîkaya Karmedên Dewletê Dan Nîelsson, Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ÎTUC), Nûnerê Departmana Mafên Mirovan a ÎTUC'ê Frank Wîllîams, Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Îsveçê (TCO), Sendîkaya Mamosteyên Tirk a Kibrîsê (KTOS), Sendîkaya Mamosteyên Fransa (SNES-FSU), Sendîkaya Mamosteyên Îngîltereyê (NASUWT) û gelek rêveberên sendîkayên din tevlî rûniştinê bûn. Ligel nûnerên sendîkayan parlementerên BDP'ê Demîr Çelîk, Sirri Sakik, Erol Dora, Halîl Aksoy, Levent Tuzel, parlementerên CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Huseyîn Çelebî, Huseyîn Çam, Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, BDP, HDK, EMEP, SDP, ESP, Hewildana 78'an, Sendîkaya Genel-Îş û Halkevler, nûner û rêveberên navendî yên Tarim Orkam-Sen, Tum Bel-Sen, Egîtim Sen, Sekretera Jinê BTS, Endamên Meclisa Giştî ya KESK, SES, Haber-Sen, Yapi Yol-Senê jî di navde amade bûn. Ji ber ku cih di salonê de nema gelek kesan li ser piyan rûniştin şopand.

Ji ber ku îdianame pir dirêj e tenê cewherê wê tê xwendin. Nêzî 50 parêzer dişopînin. Ewil li ser navê parêzeran Prz. Yusuf Alataş,diyar kir ku dozek pir dîrokî ye û di vê dozê de hezar û 444 rûpel îdîaname hatiye amadikirin. Alataş, dazanîn ku di vê dozê de tiştê herî malkêş di heman salonê de kesên di heman Komîsyona Mirovên Aqil de cih digirin yek jê diparêze û yek jî tê tawanbarkirin. Alataş, da zanîn ku DYA'yê der barê El Kaide de bi tevahî 7 rûpel îdîaname amade kir û hezar û 18 peyv derbas bûn û wih got: Lê li Tirkiyeyê îdîaname pir dirêj tên amadekirin. Ji bo doz neyê parastin û dirêj bibe bi zanebûn îdîaname dirê tê nivîsandin. 312 rûpelên îdîanameyê tenê li ser PKK û KCK’ê hatiye nivîsandin. Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen wekî bersûc li vir tê darizandin. Li aliyê din di nava xebatên mirovên aqil de cih digire. Diha hempîşevanê me Ozturk Turkdogan di nava heman heyetê de cih digire. Tiştê balkêş mirovekî aqil wekî parêzer, mirovê aqil yê wekî bersûc tê darizandin diparêze."

RÛNIŞTINÊ PIŞTÎ NÎVRO JÎ BERDEWAM KIR

Piştî nîvro jî parêzeran parastin kir. Piştî parastinê dozger daxwaza serbestberdana 22 kesan da. Piştî navberê heyeta dargehê jî daxwaza dozger û parêzeran li ber çavan girt û der barê 22 kesên girtî de biryara berdanê da.

72 KES DÊ SERBEST BÊN DARIZANDIN

Kedkarên KESK'ê yên serbest bên darizandin wiha ne: "Abdulgani Cayhan, Abdulkadir Baydur, Abdullah Karahan, Ahmet Koçyîgît, Alican Kaplan, Alipaşa Şanli, Aykut Erhan Turgut, Ayten Tekeş, Bekîr Gurbuz, Belgizar Sazak, Bulent Kaya, Cebraîl Arslan, Cemîl Ozen, Cemîle Duman, Cengîz Paycu, Cezmî Gunduz, Cîvan Yildirim, Çerkez Aydemîr, Denîz Bozbey, Devrim Kahraman, Emel Emre, Erdal Turan, Erdal Yilmaz, Faîk Delî, Feruh Çelîk, Fîkret Çalagan, Hadî Aslan, Hamdullah Yildirim, Hanim Koçyîgît, Hasan Kaldik, Hasan Olgun, Hayatî Mehmetoglu, Îlhan Akbaş, Îsmail Remzî Kaya, Îzzettîn Alpergîn, Îzzettîn Ekin, Kasim Bîrtek, Lamî Ozgen, Lokman Ozdemîr, Mehmet Arda, Mehmet Bozgeyîk, Mehmet Sadik Varli, Mehmet Sezgîn Îbîn, Mehmet Siddik Akin, Mesut Firat, Metîn Vuranok, Murat Îrfan Işik, Mustafa Bozan, Mutahir Karakuş, Müzahît Karakuş, Nîhat Kilinçalp, Nîyazî Yilmaz, Osman Îşçî, Ozkan Yorgun, Reşît Sunbul, Sadrettîn Kaya, Sakîne Esen Yilmaz, Salîh Ersan, Seyran Şik, Sibel Anil, Sînan Gunduz, Sinan Muşlu, Şahîn Kayikçi, Şerif Îldogan, Tarik Kaya, Veysel Ozhektî, Yilmaz Guneş, Yilmaz Meşelî, Yilmaz Yildirimci, Yunus Akil, Yusuf Kosele û Zeyyad Ceylan."