Ji doza KCK’ê ya Amedê kes nehat berdan

Ji doza KCK’ê ya Amedê kes nehat berdan

Rûniştina 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di bin navê doza KCK'ê ya Amedê de tê dîtin hat dîtin. Li gel dozger berdana 4 siyasetmedaran xwest jî, heyeta dadgehê dîsa bi hinceta "Der barê wan dedîlen xurt hene û gumana revê heye" daxwaza dozger red kir û der barê hemû girtiyan de biryara berdawama girtinê da.

Di rûniştinê de Parlamentera BDP'e ya Şirnexê Selma Irmak, Şaredarê Peyase Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn, Şaredara Dêrikê Çagla Demîrel ji di navde 36 girtî û li gel Firat Anli 5 siyasetmedarên serbest û parêzar amade bûn. Parastin bi riya wergêr hat kirin. Parlamenterê BDP'a Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî tev li rûniştina dozê bû û şopand. Di rûniştina serê sibê de delîlên der barê endamê DTP'ê yê berê Hasan Huseyin Ebe de hatin xwendin. Piştî nîvro dozger der barê siyasetmedarên jin Leyla Denîz, Esma Guler, Dîrayet Taşdemîr û Besime Gonca de daxwaza berdanê kir. Piştî dozger parêzeran parastin kir. Prz. Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dozger tenê der barê 4 kesan de daxwaza berdanê kiriye, lê lazim e hemû kes bên berdan û hemû kes ji heman tiştî tên darizandin. Beşdaş, anî ziman ku siyasetmedar 4 salin girtî ne û wiha got: "Hemû muwekilên me ji endamtiyê tên darizandin. Ceza bigirin jî dê 5 meh şûnde cezayên wan xelas bibe. Beştaş, anî ziman ku siyasetmedarên kurd ji 14'e Nîsanê de heta niha girti ne û ji we demê heta niha gelek tişt hatiye guhertin. Baştaş, da zanîn ku her tişt ber bi pêjoyek erênî ve diçe û divê êdî ev pêvajoya girtinê jî bi dawî bibe. Beştaş anî ziman ku girtina siyasetmedaran girêdayî pêvajoyê bû divê berdana wan jî wise be.

'NEBIN ŞIRÎKE VÊMIRINÊ'

Beştaş, xwest rewşa muwekilê wê Umît Aydin a nexweş li ber çavan bigirin û li gorî wê hasas û rast tev bigerin û wiha got: "Umît Aydin ji sedî 80 astengdar e. Gurçiken wî îflas kiriye. 3 rojan bi makîniya diyalizê dixebite. Ger ku hûn naxwazin bibin şirîkê mirina Umit Aydin wê deme divê hûn wî serbest berdin.

Beştaş, da zanîn ku biryara girtina siyasetmedarên kurd ên di bin navê doza KCK'ê de hatin girtin siyasî ye û Şêrirmendê Serokwezîr Erdogan Yalçin Akdogan bi devê xwe gotiye "Bi Operasyonên KCK'ê tundiya li ser gel kêm kiriye" diyar kiriye ku ne hiqûqî û zagonî ye. Beştaş, da zanîn ku endamtiya rêxistinê ne wisa hêsan e û ji bo bibin endamê rêxistinê çend form tije kirine û belge îmze kirine.

Pişti parastina parêzeran heyetê navber da û pişti navberê bi hinceta "delîlên xurt hene û gumana birevin heye" berdewama girtina siyasetmedaran da. Doz taloqî 25'ê Gulanê kir.