Ji doza KCK'ê ya Amedê berdana 4 kesan hat xwestin
Ji doza KCK'ê ya Amedê berdana 4 kesan hat xwestin
Ji doza KCK'ê ya Amedê berdana 4 kesan hat xwestin
Doza KCK'ê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome. Dozger der barê 4 girtiyên siyasî de daxwaza berdanê kir. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ev yek îtîraz kir û xwest hemû girtî bên berdan. Lê heyetê mîqrofona Elçî qut kir.
16'emîn civîna 59'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd 4 salin tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di bin dorpêça leşker û polîsan de dest pê kir. Girtî di bin dorpêça polîs û leşkeran de derxistin salonê. Di rûniştina îro de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak Rojnameger Tayip Temel, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Şaredara Dêrikê Çaglar Demirel û Şaredarê Cizîrê Aydın Budak jî di navde 46 jê girtî 6 serbest bi tevahî 51 kes amade bûn. Di rûniştina ku delîlên der barê Cîgirê Şaredarê Qoserê û endamê komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk Selanik Oner de hatin xwendin. Balkêş bû li gel endamê heyeta dadgehê kêm bû jî dîsa dozger xwendina delilan berdewam kir. Dozger piştî xwendina delîlan der barê girtiyên doza KCK'ê Besime Gonca, Esma Guler, Dilayet Taşdemir û Leyla Denîz de daxwaza berdane kir. Dozger diyar kir ku gumana reva wan tune û xwestin bên berdan. Dozger xwest Nadir Bingol û Alî Oruç ên berê hatin berdan jî dîsa bên girtin. Piştî ku parêzeran îtiraz kir, dozger diyar kir ku şaş hatiye famkirin.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî helwesta dozger îtîraz kir û xwest hemû girtî bên berdan. Elçi, xwest heyet û dozger li gorî isûlê tev bigere û wiha got: "Ger ku endamekî heyetê kêm be divê delîl neyên xwendin. Ger ku heyet kêm be dê çawa biryara rast bê dayîn. Dema Elçî di axivî heyetê mîqrofona Elçî ji ser wî qut kir. Li gel endamekî heyetê kêm bû, dîsa dozger bi xwendina delîlan berdewam kir.