ANALÎZ

Ji dîktatoriya faşîst re Na

Di pêvajoya referandûmê ya navborî de divê helwesta hemû hêzên şoreşger-demokratîk wiha be, ‘’ji dîktatoriya faşîst re na’ û divê ‘kampanyaya Na’’ bi karîger were birêvebirin.

Tayip Erdogan bi alîkariya Devlet Bahçelî dixwaze xeyala xwe ya serokatiyê pêk bîne. Pakêteke destûra bingehîn ya di bin navê serok-komariyê de hatî amadekirin ji meclîsê derket. Diyar e di meha Nîsanê de referandûm heye. Pakêta destûrê ya di meclîsê de ku bi darê zorê dane qebûlkirin, wê bi heman rêbazê bi milet jî bidin tesdîqkirin. Siyaseta Tirkiyeyê di asta kelandinê de ye, wê hinek din bisincire û ser ve biçe.

Ji bo baştir fêmkirina bûyerê, em ji dawiyê ve li rûdanê binêrin. Bêguman xeyala Tayip Erdogan a serokatiyê ji mêj ve hebû. Ji xwe piştî wek serok-komar hat hilbijartin vêna bi awayekî fiîlî jî bikar anî. Lê nedikarîbû vê rewşê bigihîne statûyeke destûrî û qanûnî. Lewre partiyên muxalefetê yên niha li dijî guherîneke wisa derdiketin. Baş e, li gel vê jî ev guhertin çawa hat rojevê? Helbet piştî serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî fikra xwe guhert û destek da guhertina destûra bingehîn ya AKP’ê. Baş e, Devlet Bahçelî çima guhertina ku AKP’ê dixwest destek kir? Helbet ji bo rizgarkirina dewleta têkçûyî û ji nû ve xebitandina rejîma 12’ê Îlonê bû. 

Nexwe mebesta esasî ya guhertina destûra bingehîn bi vî awayî derdikeve holê. Rizgarkirina dewleta têkçûyî û ji nû ve sazkirina rejîma xitimandî.  Yên dixwazin guherîna di rojê de pêk bînin vê mebestê bi awayekî eşkere dibêjin. Lewre jirêderxistina meseleyê û cihê nîşandayîn ne rast e, babet ne guhertina sîstemê ango rejîmê ye, bi vî awayî tevlihevkirina mêjiyê civakê ne rast e û bê mane ye. Niqaşên bi vî rengî bêtir bi kêrî AKP-MHP’ê tê.

Eger em ji dîrokê ve bigirin dest, ji xwe di bingeha komara Tirkiyeyê de rêveberiya otorîter a takekesî hebû. Heta sala 1960’î welat wisa hat birêvebirin. Di navbera salên 1960 û 1980’yî de guherinên qismî hatin kirin. Ya rastî, têkoşîneke hundirîn a li ser pirsa wê gelo; welat bibe dîktatoriyeke olîgarşîk û faşîst ango rêveberiyeke demokratîk bi dest bixe. Cuntaya 12’ê Îlonê di vê têkoşînê de wek rawestgeheke girîng û di warê sazkirina leşkerî, faşîst a dewletê de qonaxek e. Ev diyar bû wê bi serok-komariyeke hêzdar  pêk bihata. Ango bi awayekî   li serdema beriya 1960’î vegeriyan.

Niha ev pergala Kenan Evren sazkirî kar nake, çima? Du sedemên wê hene. Yek; di serî de Kurd û civaka Tirkiyeyê vê pergalê qebûl nakin û li dijî wê têdikoşin. Ji bo vê rewşê gotina; ev kiras li bedenê nafesile, di cih de ye. Tê zanîn ku Kurd ji destpêkê ve li dijî vê sîstemê şer dikin û bi berdêla deh hezaran şehîdan ve rê nedane ku li Kurdistanê desthilata xwe saz bike. Ango berxwedana gelê Kurd sîstema cuntaya 12’ê Îlonê parçe kir û rêveberiya wê asteng kiriye. Vaye dixwazin bi riya guhertina destûrê, vê rewşê ji nû ve saz bikin û li ser bingeha dîktatoriyeke takekesî hêzdar bikin. 

Ya duyemîn, sîstema heyî bi pergala global a cîhanî re jî li hev nake. Sîstema modernîteya kapîtalîst kû Tirkiye jî di nav de ye, bi mebesta kara ezamî, dixwazin dewletên netewe yên hişk piçek biguherin. Ji ber ku ji aliyê ferasetê ve dijminê Kurdan e û komkujer e, sîstema Tirkiyeyê ya niha ber bi aliyê demokrasiyê ve venaguhere. Bi vî awayî jî ji bo li ser lingan bimîne, ji bo statûkoparizîya dewleta faşîst a netewe bêtir bi hêz bike û dixwaze rêveberiyê bike pergala takekesî ya faşîst. 
Her wiha derdikeve holê ku guhertina tê xwestin ne li dijî feraseta avakerên komara Tirk in û ne jî li dijî hişmendiya 12’ê Îlonê ya faşîst e. Nemaze cewhera wan yek e û dixwazin pergala li ser bingeha dîktatoriyeke takekesî hîn bi hêztir û çalaktir bikin. Hişmendî û feraseta şoven û neteweperest a ji îttihat teraqiyê hatî wergirtin, li ser bingeha komkujiya gelê Kurd tê birêvebirin. Ji xwe ya tê xwestin jî guherîneke qismî ya destûra bingehîn e. Dixwazin li ser destûra bingehîn a 12’ê Îlonê ya faşîst, hin guhertinên piçûk bikin û destûra faşîst li gorî pêdiviyên îro ji nû ve sazkar bikin.
Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xwe dispêre berxwedana sala 1971’ê ya şoreşa demokratîk û li dijî cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê têkoşiya. Ev têkoşîn niha Tirkiye aniye ber bi duriyanekê. An wê demokrasiyeke rastî bi ser keve, di serî de pirsgirêka Kurd û tevahiya pirsgirêkan bi rê û rêbazên demokratîk bên çareserkirin. An jî dewleta dîktator a faşîst hîn bêtir bê bihêzkirin, Kurd û aliyên demokratîk di bin nîrê dîktatoriyê de hîn bêtir bêne perçiqandin. Riyeke din a vî karî nîne. Heta hêzên demokratîk xwe birêxistin nekin, însîyatîfa têkoşînê negirin dest, ya bi pêş bikeve, dîktatoriya faşîst e. Her wiha ya îro îtifaqa AKP-MHP jî dixwaze bike, ev e.  

Derdikeve holê ku guherîna tê xwestin bandoreke cidî li destûra 12’ê Îlonê û sîstema dewleta Tirk nake. Berevajî, wê rejîma faşîst a 12’ê îlonê hêzdartir dike û dixwaze vegerîne dîktatoriyeke faşîst a qedîm. Nexwe peyva guherînê bi tenê derewek e, sazkirin û pevgirêdan heye. Wisa jî gotina; eger tu bêjî erê, tu yê guherînê biparêzî û na jî parastina pergala kevin e, xapandin e. Li dijderketina vê guherînê, li dijderketina guherîna ku AKP-MHP dixwazin û di hemen demê de lidijderketina destûra cuntaya 12ê îlonê ye jî.

Lewma di vê rewşê de helwesta boykotê şaş û xisardar e. Tê wateya nedîtina zemîna têkoşînê ya siyasî û bi bikarne anîna wê re xisar digîne têkoşîna demokratîk a şoreşger. Nexwe gotina guherînê derewek e. Ev jî bi kêrî AKP – MHP’yê tê, karê wan hêsantir dike. Ji bo vê jî, di referandûmê de li ser bingeha ji dîktatoriya faşîst re na,  bi riya têkoşîneke bi bandor ê çalak ve mirov dikare xwe bigîhîne derdorên berfireh û bi tevgerkirina girseyê re dîktatoriya faşîst birûxîne.    
Referandûma di bihara 2017’an de ji bo pêşxistina têkoşîna siyasî, ji aliyê hêzên demokratîk û şoreşger ve wek Lutfeke Yezdanî dikare bête dîtin û pênasekirin. Bêguman rêveberiya AKP’ê ji bo astengkirinê wê, her cûre terorê bikar bîne. Jixwe ji niha de dike û wê bixwaze hîn jî dijwartir bike. Eger ev teror bê dîtin û rêbazên pircûre yên têkoşînê bêne geşkirin, wê demê faşîzma Kenan Evren, Erdogan û Bahçelî jî wê di sindoqê de bêne fetisandin. Kampanyaya ji faşîzmê re na, ji azadî û demokrasiyê re erê dikare şoreşa demokratîk bigihîne serkeftinê.

Nexwe di pêvajoya referandûmê de divê helwesta  tevahiya hêzên demokratîk şoreşger Na be. Divê pêşengiya kampanyaya Na’yê bê kirin û tevahiya aliyên demokratîk û şoreşger ji bo Na’yê bêne vexwendin. Ji bo ji her cûreyê dîktatoriya faşîst rizgar bibin, ji bo dawîlêanîna zext û mijokdariyê, ji bo rizgariya tevahiya bindestan, ji bo azadiya nasnameya Kurdan û gelên din, ji bo mafên wekhev û azad a jiyana jinan, ji bo azadiya elewiyan, dîn û mezheban tevan, ji bo dawîlêanîna şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk divê di referandûmê de Na bi ser bikeve. 

Ji xwe di serî de jinan û gelek aliyan ji niha ve kampanyaya Na’yê dane destpêkirin. Wisa diyar e wê tevahiya aliyên bindest û azadîxwaz di kampanyayê de bi awayekî bi bandor beşdar bibin. Nexwe bi riya blokeke berfireh a Na’yê re, divê her kesê ku di kampanyayê de cih bigire bê vexwendin û bikaranîna her cûre rêbazên têkoşînê re, wê  encamê bime bide girtin. Eger rast û bi bandor bête xebitîn, wê di referandûmê de dîktatoriya faşîst birûxe û şoreşa demokratîk bi ser bikeve…
Çavkanî; Yenî Ozgur Polîtîka