Ji Demîrtaş ‘daxuyaniya hilbijartinê’

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş vê carê jî bi Whatsappê axivî û got, ‘’Em ji agahiyên ku ji derve tên, kêfxweş in. Bila dilê her kesî rehet be. Bila her kes hewl bide ku xwe tevlî nav karê hilbijartinê bike.’’

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi malbata xwe re bi telefonê axivî. Demîrtaş, beşekî ji axaftina xwe bi Whatsappê peyama bi deng ji bo hilbijêran şand.

BANGA ‘XEBATA HILBIJARTINÊ’

Peyama Demîrtaş wiha ye:

‘’Bila dilê her kesî rehet be. Li vir moralê me temam e, rewşa me ya tenduristiyê baş e, em li xwe guhdar in. Ji agahiyên ku ji derve tên em kêfxweş dibin, coşa mez zêdetir dibe. Her agahiyeke ku ji derve ji me re tê ji bo me kana kêfxweşî û moralê ye. Tekane mîsogeriya tenduristiya me gelê me ye. Bila dilê her kesî rehet be. Bila her kes hewl bide ku xwe tevlî nav xebatên hilbijartinê bike.’’