Ji Delegasyona YE ya Tirkiyê serdana ÎHD'ê
Ji Delegasyona YE ya Tirkiyê serdana ÎHD'ê
Ji Delegasyona YE ya Tirkiyê serdana ÎHD'ê
Alîkarê Serokê Delegasyona Yekitiya Ewrûpayê (YE) yê Tirkiyê Bêla Szombatî çû serdana şaxa ÎHD'ê ya Amedê.
Delegasyona YE ji aliyê Serokê şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Racî Bîlîcî û endamê Desteya Rêveber Halîl Bayhan ve hat pêşwazîkrin. Di dema serdanê de Bîlîcî ji Szombatî re dosyayek li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Bakurê Kurdistanê pêşkêş kir.
Bîlîcî ragihand, ku wan ji Szombatî re der heqê "Komxebata Wendahî û Komên Giştî" û pêvajoya çareseriyê ya heyî, agahî dane. Bîlîcî destnîşan kir, ku ji bo demokrasî û aştiyeke mayîn de ewê têkoşîna xwe dewam bikin.