Ji De Mîstûra ji bo aliyan belgeyek ji 12 bendan

Tûra 8’an a hevdîtinên Cinêv di roja 4’an de dewam dike. Nûnerê Taybet ên NY’yê Sûriye Staffan de Mîstûra, ji bo heyeta rejîm û ‘muxalefetan’ belgeyek ji 12 bendan pêşkêş kir.

Tûra 8’an a hevdîtinên Cinêv a di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) destpê kiriye dewam dike. Hevdîtin di roja 4’an de ye, civînên Nûnerê Taybet ên NY’yê Sûriye Staffan de Mîstûra yên bi heyeta rejîmê ya di pêşengtiya Beşar Caferî û heyetên ‘muxalîf’ ên di bin serokatiya Nasir Harîrî de cuda cuda hate kirin didomin.

TÊKILDARÎ NAVEROKA BELGEYÊ AGAHIYEK NEHAT DAYÎN

Mîstûra, piştî civînên duh ên cuda cuda li gel aliyan hate kirin û şûnde di saetên direngî şevê de derket pêşberî çapemeniyê. Mîstûra diyar kir ku li ser mijara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya bi nakok belgeyek ji 12 bendan pêk tê pêşkêşî aliyan kiriye. Têkildarî naveroka van bendan ti agahiyek zelal neda.

Mîstûra anî ziman ku divê mercên pêşwext ên ku pêşiya diyalogan bê girtin neyê kirin.

HEVDÎDIN LI SER RÊBAZÊ RÊVEBERIYÊ HATE KIRIN

Hat diyarkirin ku mijarên ku wê şêwazên rêveberiya siberoja Sûriyeyê çawe be li nav belgeya 12 bendan pêk tê, cihê xwe digire.

De Mîstûra destnîşan kir ku ji ber sedema taloqbûna Civîna Gelan a Sûriye ya têplankirin ku li Sûçyê pêk were, wê hevdîtinên Cinêv heta 15’ê Kanûnê dirêj bibe.

‘BIRYAR EM ELEQEDAR NAKE’

Li aliyê din derket holê ku hevdîtinên Cinêv ên bêy nûnerên Kurdan tên lidarxisin ti encam bi dest naxe. Rêveberên Federasyona Bakurê Sûriyeya Demokratîk di hevpeyvîn û daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku biryarên di civînên bêy wan tên kirin de, wan eleqeder nakin.