Ji dayika Medenî bo Erdogan: Kujerê kurê min tuyî
Ji dayika Medenî bo Erdogan: Kujerê kurê min tuyî
Ji dayika Medenî bo Erdogan: Kujerê kurê min tuyî
Dayika Medenî Yildirim, Fehriye Yildirim ku di dema protestoya çêkirina qerekola Licê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, Erdogan bi dirûşemeya ‘Kujerê kurê min tuyî’ protesto kir.
Dayika Yildirim, Fehriye Yildirim dema serdana Erdogan ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat ber avahiya şaredariyê û posterê kurê xwe vekir û diyar kir ku bila kujerê kurê wê bê dîtin.
Dayik Yildirim bi gotina ‘Erdogan kujerê kurê min tuyî, bertek nîşan da.
Medenî Yildirim di 28’ê hezîranê de li gundê Kayacik ya Licê di protestoya çêkirina qerekolê de ji aliyê leşkerên qerekola Kayacikê ve hate kuştin.