Ji ciwanên kurd meşa ‘Em dixwazin komkujî ronî bibe, em edeletê dixwazin’

Ji ciwanên kurd meşa ‘Em dixwazin komkujî ronî bibe, em edeletê dixwazin’

Ciwanên kurd yên li Ewropayê dijîn komkujiya di 9’ê çile de li Parîsê pêk hat  protesto dikin.  Meşa saet di 12.00’an de dest pê kir didome. Ciwanên ku bi pankarta  ‘Ciwanên Apocî dê li dijî vê komkujiyê bê deng nemînin’ vekirin û meş pêk anîn. Ji 7 hezarî zêdetir kurd tevlî meşê bûn.

Ciwanên kurd ji bo qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez protesto bikin û kujer bên dîtin meşekê organîze dikin.  Ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek bajarên Fransayê ciwanên kurd di saetên serê sibê de li Akademiya Hunerê ya Kurdistanê hatin cem hev. Ciwanan saet di 11.00’an de berbi Rue La Fayette ya ku Buroya Enformasyona Kudistanê lê ye meşiyan.  Piştî saetekê rawestiyan şûnde berbi Qada Bastîl dest bi meşê kirin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê siyasetmedarên jin yên kurd hatin qetilkirin û alên KCK’ê hatin derxistin. Meşa berbi Qada Bastîle didome. Di meşê de belavokên bi ser navên  ‘Bila komkujî bê ronîkirin em edaletê dixwazin’ hatin belavkirin.

Piştî meşê dê li Qada Bastîle mîtîngek pêk were.