Ji Cemîl Bayik peyama 27’ê Mijdarê
Ji Cemîl Bayik peyama 27’ê Mijdarê
Ji Cemîl Bayik peyama 27’ê Mijdarê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi wesîleya 35’emîn salvgera PKK’ê duh peyamek bi dîmen şand bernameya taybet ya di Stêrk Tv de hate weşandin.
Bayik salvegera damezrandina PKK’ê li hemû gelê kurd, şervanên azadiyê û dostên kurdan pîroz kir û got; Em soza xwe ya bo şehîdên xwe dubare dikin.
Bayik da zanîn ku PKK di dîroka kurdan de mîladeke û diyar kri ku hêzên modernîteya kapîtalîst beriya PKK’ê hemû gelê kurd û Kurdistan xistibû bin lingan.
Bayik wiha pê de çû: “Siyaseta înkar û îmhayê didan meşandin. Qikirina çandî û siyasî, asîmîlasyon gihiştibû asteke dijwar. Kurd teslîm girtibûn. Li dijî mirovahiyê îxanet pêk anîbûn. Rêber Apo û PKK’ê polîtîkatay serdestan ya li ser Kurdistanê qebûl nekir. Ji ber ku ev ne jiyan bû. Jiyana ku mirovahî tune dikir, wek jiyan nedihat qebûlkirin. Ya divê jiyan azad bûya yan jî qet tunebe. Bi vê rastiyê re Rêber Apo li Kurdistanê têkoşînek dîrokî da destpêkirin. Ger ku bi avabûna PKK’ê re li Kurdistanê dîrokek nû destpêkiribe, ev bi vê têkoşînê destpêkiriye. Rêber Apo bi rexne û xwerexnedayînê destpê kir. Bi vê rexne û xwerexnedayînê gelê kurd rakir ser piyan.”
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Serhildana ku Rêber Apo jê re pêşengî kir encamên girîng derxist holê. Li Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê veguherînên mezin hatin jiyîn û di nava şoreşê de şoreş pêk hat. Bi vê reli Kurdistanê jiyanek nû, kesayetek nû û civakek nû derket holê. Bi taybet bi jinên kurd re guherînek mezin afirand. Bi vê guherînê re hemûya civakê ket nava tevgerê.
Ev guherînek mezin bû. Di encam vê guherînê de îro gelê kurd di her qadê de têkoşîna azadiyê dide.
BAYIK: DIVÊ ŞERT Û MERCÊN SEROKATIYA ME BIGUHERE
Bayik got li ser vê yekê Rêber Apo di Newroa 2013’an de hameleya ‘Têkoşîna demokratîk, înşakirina jiyaneke nû’ da destpêkirin û wiha got: “Di vê asta ku em hatinê de divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê guherîn. Bila kes wek girtiyekî li serokatiya me nenêre. Ocalan li ser navê gelekê muzakereyan dimeşîne û divê her kes bi cidiyet nêz bibe. Ji bo pêşveçûna muzakereyan çarçoveya qanûnî şert e. Divê aliyekê çavdêr tevli pêvajoyê bibe. Em ji alî xwe de ji bo vê dixebitin. Bila aliyê Tirkiyeyê jî berpirsyariya xwe bîne cih.”
Bayik hişyar kir ku bila kes pêvajo û gelê kurd neke qrubana hilbijartinan.
BAYIK:ŞOREŞA ROJAVA JI HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎNE
Bayi wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn bê PKK siyaset, guherîn û çareserî ne pêkane.” Bayik balkişand ser şoreşa Rojava û got: “ Şoreşa vir bo hemû gelên Rojhilata Navîne. Berxwedana Rojava garantiya gelên Sûriyeyê ye. Hine alî dibêjin xebatên rêveberiya demî ya Rojava dê Sûriyeyê parçe bike. em van îdiayan qebûl nakin. Ev rêveberî hemû gel û baweriyan dihundirîne. Li Başûrê Kurdistanê jî siyaseta demokratîk ji her demê zêdetir derfet bidestxistiye. Siyaseta demokratîk çiqas bi hêz be gel jî dê evqas bi hêz be.”
Bayik darvekirinên Îranê jî bibîrxist û got ev qelsiya Îranê nîşan dide û got: “Bi van darvekirinan hewl dide qelsiya xwe veşêre û gel bitirsîne. Lê Gelê kurd dê ji têkoşîna azadiyê dest bernede.”