Ji CDK-F’ê ji bo Xerabê Bava bang

CDK-F, li dijî êrîş û dorpêça dewleta Tirk a faşîst a li ser gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li Fransayê bang li Kurdistanî û dostên wan ê dijîn kir ku dakevin qadan.

Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) daxuyaniyek nivîskî da wiha got:

“Bi sedê salan çiqas li Bakurê Kurdistanê hişmendiya faşîst a Tirk bê gûhertin jî qirkirina Kurd her tim weke amûrekê hatiye bikaranîn.

Hişmendiya faşîst a Tirk hemû polîtîkayên xwe li ser qirkirin û tinekirina Kurd û Kurdistanê dide avakirin, di van salên dawî de bi awayekî hê bi hovtir êrîşî Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd dikin. Êrîş tenê li ser Bakurê Kurdistanê sînordar namîne, li her derê êrîşî destkeftiyên Kurdan dike. Bi taybet di Şoreşa Rojava de û di berxwedana Xwerêveberiyê de hişmendiya faşîst a Tirk serî li her rê û rêbazên qirêj da û êrîşî destkeftiyên gelê Kurd kir, bi dehan hevrêyên me bi saxî di jêrzemînan de şewitandin. Ev jî têrê nekir li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdekî bi xedar û giran zêdetir kirine.

 ‘ÊDÎ BESE!’

Em weke Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa dijîn, em ê êdî rê nadin ku mîna Cizîr, Sûr û Şinexê, li Xerabê Bavê tiştekî nû rû bide, em hê xurtir xwedî lê derkevin.

Êdî bese em qed êdî rê nadin her cure faşîzim û êrîşên qirkirna Kurdan.

Jiber vê sedemê di serî de bang li gelê Kurd û hemû kesên bihestyar, derdorên demokrat dikin ku ji bo Xerabê Bava dakevin qadan.”

CDK-F, ji bo çalakiya ku wê saet 17:00’an li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê bê lidarxistin jî banga xurt a beşdariyê jî kir.