Ji Brukselê heta Amedê: Bi ruhê Efrînê em Newrozê pîroz bikin

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya PE ya li Brukselê didome. Di çalakiyê de banga tevlîbûnekî bihêz ji bo Newrozê hate kirin.

Li paytexta Bruksel Belçîkayê çalakiya rûniştinê ya 5 rojan a ku li pêşiya Parlamentoya Ewropa (PE) bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiye yên bi ser Efrînê, di roja 2’an de didome. Di çalakiya dibin pêşengtiya Platforma Xwedîderketina Efrînê de Newroz hate silav irin. Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê hate şermezarkirin û hate gotin ku divê bi rûhê berxwedanê li dijî êrîşan têkoşîn were geşkirin.

Li aliyê din Parlamentera Parlamentoya Ewropa ya Sinn Fein Martina Anderson serdana çalakgeran kir û peyama piştevaniyê da. Anderson hevkariya welatên Yekîtiya Ewropa bi Tirkiyeyê re rexne kir û got ku Tirkiye bi DAIŞ’ê re hevkariyê dike.

JI SİNN FEİN’Ê PIŞTGIRÎ

Anderson nerazîbûn nîşanî piştigiriya Yekîtiya Ewropa ya ji bo Tirkiyeyêkir û wiha got; “Ewropayê bi mîlyonan pere da Tirkiyeyê û hê jî dide. Ji mere dibêjin ‘Tirkiye herêmeke bi ewle ye’. Lê belê em baş dizanin; Tirkiye ne ji bo gelê xwe û ne jî ji bo gelên din herêma bi ewle ye” Anderson got ew piştevaniya Kurdan dike û wiha domand; “Em bi Kurdan re di nava piştevaniyê de ne. Ji ber ku Kurdan li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke bihêz dan. Niha jî têkoşînê li dijî van bûyerên Tirkiye dike, dikin. Ji ber ku Tirkiye bi DAIŞ’ê re êrîşî Efrînê dike. Em jî piştevaniya navnetewî nîşan didin. Sinn Fein her tim di nava piştevaniyê de bû û ji niha şûnde jî wê di nava piştevaniyê de be.”

 ‘EFRÎN WÊ BIBE DAWIYA ERDOGAN’

Berdevka TJK-E’yê Dilşa Osman jî bibîr xist ku di rojên dîrokî re derbas dibin û got: “Jî dîrokê ve dijmin hewl dide ku rê nedin ku em Newrozê pîroz bikin. Dixwazin me ji nirxên me dûr bixin. Ji ber ku ew baş dizanin berxwedana Kurdan ji Newrozê tê. Newroz ji bo me serketine.”

‘EV ŞERMA SAZIYÊN EWROPÎ NE’

Hevberdevka HDK-Ewropa Esra Gunden jî rexne li saziyên Ewropa kir û got: “Li Efrînê qetlîam tên kirin. Jin û zarok tên qetilkirin, lê deng ji saziyên emperyalîst nayê. Ev şermekî mezin a wan e.”

‘EV WÊ BIBE NEWROZA SERÎ RAKIRINÊ’

Hevseroka Konfederalîzma Koçberên Êzidî yên Ewropa (AvEG-Kon) Şafak Arabaci jî wiha got: “Em têkoşîneke bê hempa li dijî dijmin didin kirin. Ev bê exlaq û hovan e li Efrînê serê zarokan jê dikin, dierin. Em vê ji bîr nakin. Em neviyên Kawan e, em çong nadanin. Ev Newroz wê bibe berxwedan û serî rakirina li dijî zilmê.”

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde li gel helbestên hunermendên Kurd Newroz hate pîrozkirin.