Ji bo Zîver Sariyildiz civîna bîranînê

Ji bo Zîver Sariyildiz civîna bîranînê

Zîver Sariyildiz (Hemze) ku di sala 1990’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurd bû û di 2’ê Gulana 1998’an de li gel 10 şervanên Azadiyê jiyana xwe ji dest da, di sala 15’mîn ya jiyana xwe ji dest dayî de li bajarê Bensheim yê Almanyayê hate bîranîn.

Bîranîn ku li ber Komeleya Kurdische Gemeinde Bergstrasse e.V. ya bajarê Bensheim yê Almanyayê pêkhat, di kesayeta Zîver Sariyildiz (Hemze) li ser giyanê hemû şervanên azadiyê ên jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî biyografiya Zîver Sariyildiz hate xwendin. Birayê Zîver Sariyildiz Aydin Sariyildiz hemû Kurdistaniyên tevlî bîranînê bûne silav kir. Di axaftina xwe de diyarkir ku, hemû kesên di oxira azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane şehîd û malbata wan in û herkes ji bo wan Hemze ye. Bira Aydin got, Zîver di malê de birayê mezin bû, piştî ku demekê çû dibistanê ji ber şert û mercên zehmet neçarma ku ji bo malê bixebite û her wiha dema ku dît gelê Kurd di rewşekî zehmet de ye biryar da ku tevlî nava refên şervanên Azadiyê bibe. Aydin destnîşan kir ku, tenê kesên wî nas dikin û yên li gel şerkirine dikarin vebêjin. Aydin got: “Dema ku jiyana wana vedibêjin mirov pirsa ‘gelo em çiqasî hêjayî bîranînên wan in’ ji xwe dike.”

Sariyildiz bi gotina “Wan ji bo welatê xwe jiyana xwe ji dest da û dê hertim birêz bêne bîranîn” dawî li axaftina xwe anî.

Ji rêveberên YEK KOM’ê Bahadîn Dogan jî li ser bîranîna Zîver Sariyildiz axaftinek kir û behsa yeketiya gelê Kurd û êrîşên li ser Rojava kir. Dogan got, “Ger tekoşîna wan dayî nebûya îro em di vê astê de nedibûn.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Lokman Aslan axaftinek kurt kir û behsa bedelên ku gelê Kurd dane û girîngiya tekoşînê kir. Aslan di axaftina xwe de bang kir ku herkes piştgiriyê bide Rojava. Hevalên tekoşînê ên Zîver Sariyildiz jî tevlî bîranînê bûn û axaftin kirin. Piştî axaftinan mewlîd bi kurdî hate dayîn û xwarina fitarê hate xwarin. Mela Selîm bigotina Hz. Mihemed ya “Şehîd ew qas mezine ku, em çiqas bînin ziman jî têr nake” destpê kir û rehmet li şervanên azadiya Kurdistanê ên jiyana xwe ji dest dane kir. Mela Selîm bang li Kurdan kir ku alîkariyê bidin Rojava. Ji zêdetirî 300 Kurdistanî tevlî bîranînê û xwarina fitarê bûn.

Zîver Sariyildiz (Hemze)

Zîver Sariyildiz yê bi navê Kod Hemze di sala 1965’an de li gundê Emerîna ya Cizîrê hat dinê. Ji ber hinek tunebûna derfetan Sariyildiz heta dibistana Navîn dixwîne û di serhildanên gel de di salên 90’î de tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe. Ji sala 92’an û şûnde dem bi dem li qada Gabar a Kurdistanê  fermandariya manga, tîm û koman kiriye. Hemze di 5’emîn Kongreya Tevgera Azadiya Kurd de cih digire. Piştî kongreyê wek fermandarê herêmê û tabûrê diçe eyaleta Mêrdînê. Di sala 1995’an de  di pevçûneke dijwar ku artêşa tirk windahiyên mezin da de cih girt. Di çapemeniya tirk de nûçeyên wekê ku Hemze miriye derbaz kirin. Ji bo bîranîna wê merasimeke leşkerî tê kirin û meşek dirêj pêk tê. Sariyildiz piştre li qada Cûdî peywira fermandariya herêmî dike. Di 30’ê nîsana 1998’an de bi tevlibûna dehezaran leşkerên tirk operasyonek berfireh tê kirin. Artêşa tirk ligel ku helîkopterên kobra û skorsky dixe dewrê jî windahiyên mezin dide. Operasyona ku çekên giran têde tên bikaranîn Ziver Sariyildiz (Hemze) bi 10 hevalên xwe re yê wekê Sipan, Partîzan, Amed, Merwan, Bêrîtan, Ayten, Şevîn û Agirî jiyana xwe ji dest dide.

,