Ji bo zarokên Kobanê pol amade ne, meteryalên perwerdeyê nîn in
Ji bo zarokên Kobanê pol amade ne, meteryalên perwerdeyê nîn in
Ji bo zarokên Kobanê pol amade ne, meteryalên perwerdeyê nîn in
Ji bo zarokên Kobanê yên li konbajarên li Pirsûsê dimînin perwerdeya xwe dewam bikin, xebat hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de pol hatin avakirin û xwendekaran pol dagirtin lê ji bo dersan bidin meteryalên perwerdeheya Kurdî û amûrên din ên dersan tine ne. Tenê niha ders bi muzîk û çîrokan derbas dibin.
Gelê Rojava di serdema şer de jî ji bo jiyana xwe rêxistin bike xebatên xwe berdewam dike. Welatiyên Kobanê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û li 5 konbajaran dimînin pergala xwe ya jiyanê didomînin. Mamosteyên Kobanê li Konbajarê Arîn Mîrxan ji bo zarokên li konbajar dimînin dest bi xebata perwerdeyê kirin.
DERS BI MUZÎK Û VEGOTINA ÇÎROKAN DERBAS DIBIN
Li Konbajarê Arîn Mîrxan mamoste û xwendekar amade ne lê meteryalên perwerdeyê tine ne. Polên bi derfetên kêm hatin amadekirin her tişt amade ye û li ser her maseyekê 3-4 zarok rûdinin lê xwendekarên niha diçin polan tenê dersên wan bi muzîk û vegotina çîrokan derbas dibin. Seîd Eto yê berpirsiyariya perwerdeya wargehê girtiye ser milê xwe diyar kir ku polên ji bo zarokên temenê wan ji 3 salî heya 10 salî ne amade kirin û niha 566 xwendekar hene. Eto anî ziman ku 7 polên dersan amade kirin pergala perwerdeyê ya di nava rojê de ji du dewreyan pêk tê amadekirin. Eto da zanîn ku ji texteyê nivîsê heya lênûs, pênûs û pirtûkan hewcehiyên wan hene û ji ber ev amûr tine ne niha tenê dersan bi vegotina çîrokan û muzîk derbas dibin.
HER TIŞT JI NÛ VE TÊ DESTPÊKIRIN
Ji mamosteyan Nesrîn Abdulkadîr jî diyar kir ku perwerdeya li Kobanê didan dixwazin li vir berdewam bikin û ji bo vê yekê jî lez da xebatên xwe. Abdulkadîr anî ziman ku bi awayeke lezgînî hewcehiya wan bi amûrên perwerdeyê hene û wiha got: "Em neçar man koçber bibin. Li cihê em lê mayîn em ê berdewam bikin. Perwerdeya zarokên me ji bo me girîng e. Em jî ji bo vê yekê ya ji destê me tê em ê bikin. Perwerdehiya zarokên me ya nîvco mayî bidin em ê bidin. Bi vê yekê ji perwerdeya li Kobanê dîtin dûr nakevin. Zarok jî dixwazin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Ji bo vê yekê jî ew jî kedek mezin didin. Her çiqas bi derfetên kêm û polên qelebalix de perwerdeyê bidin ti alternatîfên me yên din tine ne. Helbet derfetên li vir û yên li Kobanê weke hev nîn in. Heya em vedigerin Kobanê em ê wisa perwerdeya zarokan bidin. Li vir jî her tişt ji nû ve me pêk anîn û em ê ji nû ve destpê bikin."
Ji zarokên li konbajaran re dimînin hewcehî bi lênûs, pênûs, pirtûkên Kurdî, mase û amûrên din ên perwerdeyê hene.