Ji bo Xwendekarên Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin ceza

Ji bo Xwendekarên Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin ceza

Li Zankoya Alparslan xwendekarên kurd yên ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin cezayê disiplînê hat dayîn. 2 xwendekar bi durxistina mehekê û 18 xwendekaran jî cezayê şermezarkirinê girtin.

Xwendekarên kurd yên ku li Zankoya Alparslan ya Mûşê dixwînin, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulana 2013’ê li nava kampûsê şahî li darxisitin. Li ser vê yekê rêveberiya zankoyê bi îdiaya tevlî şahiyê bûne, der barê 20 xwendekarî de lêpirsîn da destpê kirin. Di encama lêpirsîna ku hate destpê kirin de rêveberiya zankoyê bi hinceta “xerakirina huzur û aramiyê” ji bo du xwendekaran durxistina mehekê û ji bo 18 xwendekaran cezayê şermezarkirinê hat dayîn. Ferhat Arslan yê ji refa 3’emîn ya Mamostatiya Zanyariya Sosyal ku cezayê mehekê yê durxistinê jêre hatiye dayîn, nerazîbûn nîşa da û diyar kir ku lêpirsîn bi teybetî xistine dema ezmûnan û wiha got: “Armanca wan me ji dibistanê dûr bixin û bihelînin.”

Di dema pîrozbahiyan de hatin gel rektorê zankoyê Nihat İnanç û gotiye ku, “Ev der zankoyekî azade, hun dikarin pîrozbahiyan bikin”, Arslan ku diyar kir li dijî vêna lêpirsîn destpê kiriye pirsên weke ger wiha ye çima li vê zankoyê beşa Kurdolojî hatiye vekirin. Ji bo wan ne suce, ji bo ku me pîrozbahî kir, ji me re suce?” Arslan diyar kir ku wê serî li hemû rêyên pêwist yên zagonî bidin.