Ji bo Xerabê Bava li Ûlm û Atînayê çalakî hatin lidarxistin
Li dijî terora dewleta Tirk a li Xerabê Bava li Ûlm û Atînayê çalakî hatin lidarxistin.
Li dijî terora dewleta Tirk a li Xerabê Bava li Ûlm û Atînayê çalakî hatin lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarê Ûlm ê Elmanyayê dijîn,, êrîşên dewleta Tirk yên li dijî gundê Xerabê Bava y ê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, duh bi şev bi çalakiyekê şermezar kirin.
Çalakvanan êrîş bi tundî şermezar kirin, li ser mijarê belavokên bi nivîsa "Terorîst Erdogan" belav kirin û bi qîrîna dirûman dawî li çalakiya xwe anîn.
ATÎNA
Erîşên li dijî gundê Xerabê Bavayê li paytexta Yewnanîstanê Atînayê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi çalakiyekê hat protestokirin.