Ji bo welatiyên Kobanê li Pirsûsê firina bi navê Kobanê tê vekirin
Ji bo welatiyên Kobanê li Pirsûsê firina bi navê Kobanê tê vekirin
Ji bo welatiyên Kobanê li Pirsûsê firina bi navê Kobanê tê vekirin
Li Pirsûsê ji bo welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn firina bi navê Kobanê tê vekirin. Wê firin di nava hefteyekê de amade be û wê welatiyên Kobanê lê bixebitin. Firin wê rojê 15 hezar nanî çêbike.
Welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn, ji cih û warên xwe yên jiyanê dûr ketin û hatin ser xeta Pirsûsa Rihayê, ji bo çareserkirina pedîviyên xwe di nav hewldanan de ne. Ji bo 50 hezar welatiyên Kobanê yên hatine li konbajarê li navenda Pirsûsê bicih bûne, her wiha li gundên Pirsûsê belav bûn, firin tê vekirin. Firina ku li navenda Pirsûsê tê vekirin navê Kobanê lê hatiye kirin. Firin wê di nava hefteyekê de amade bike û nan lêxe. Çekirina firinê bi lez û bez berdewam dike ku rojek berî rojekê dest bi xizmetê bike. Welatiyê Kobanê yê berpirsyarê firinê Mahmut Mislim got ku armanca vekirina firinê çareserkirina pedîviya xwarina welatiyên Kobanê ye û wê di kar û xabatên wê de jî welatiyên Kobanê bixebitin.
'WÊ JI WELATIYÊN ME RE XIZMETEKE BAŞ Û PAQIJ BÊ DAYÎN'
Mislim her wiha diyar kir ku wê li firinê nêzî 20 kes bixebitin û rojê nezî 15 hezaran nanî bi ambalaj derxin. Mislim destnîşan kir ku wê nanê çêbikin ji bo tendûrîstiyê di nav poşeta da belav bikin ku xizmetekî baş û paqij bidin welatiyên xwe. Mislim got ku çêkirina nên ji aliyê makînan de tê amedêkirin û dest pê nabe. Mislim bilêv kir ku wê bi vî rengî welatiyên Kobanê jî bigihêjin nanê ku li Kobanê derdiket û xerîbiyê nekişînin.
Mislim da xuyakirin ku pêdîviyên welatiyên wan gelek in û ji bo çareserkirina wan çi ji destê wan tê ew ê bikin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Gelek welatiyên me li benda vekirina firinê ne. Her roj ji me dipirsin ‘Wê kengî vebe’ ku nanê welatê xwe bigirin. Em bawer in em ê bi vî awayî kêmasiyên nan çareser bikin û gelê xwe mixtac nekin. Heya em vedigerin Kobanê de em ê bi vî rengî kar û xebatên xwe bimeşînin. Welatiyên me rastî êrîşên dijwar ratin ku koçber bûn. Lazim e her kes wan fêm bike û bi destê wan bigire ku em li ser piyan bisekinin."