Ji bo wargehan banga pêdiviyên ji bo zivistanê
Ji bo wargehan banga pêdiviyên ji bo zivistanê
Ji bo wargehan banga pêdiviyên ji bo zivistanê
Ji ber şert û mercên zivistanê, pêwîstiyên Kobaniyên ji neçarî hatine Pirsûsê, zêde bûn. Ji Koordînasyona Krîzê ya Kobanê Seydî Firat bal kişand ser kêmbûna alîkariyên di demên dawî de û bang li her kesî kir ku di vî warî de bi berpirsyarî rabin. Firat bi taybetî banga alîkariya sobe, nivîn, lihêf, dergûş, xwarin û şîrê bebekan, kir.
Li gel berxwedana destanî ya li Kobanê, li wargehên ji konan ên li Pirsûsê jî Kobanî ji bo xwe li jiyanê bigirin, li ber xwe didin. Ji bo Kobaniyên li 5 wargehên ji konan ên Şaredariya Pirsûsê çê kir, yên li tax û gundan li cem xizmên xwe dimînin, alîkariya ji Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê dewam dike. Pêdiviyên rojane yên 60 hezar kesên li Pirsûsê dibînin, ji aliyê Koordînasyona Krîzê ya Kobanê ve tê tedarikkirin. Xebatkarên bi dilxwazî di nava Koordînasyonê de cih digirin, li nava welatiyan digerin, roj bi roj pêwîstiyan tespît dikin û ji desteya koordînasyonê re radigihînin. Koordînasyon jî malzemeyên pêwîst jî li gorî van pêwîstiyan li welatiyan belav dike.
Lê belê bi hatina zivistanê re ev pêwîstî jî zêde bûn. Bi taybetî ji bo 6 hezar zarokên ji 0 heta 3 salî, pêwîstî bi xwarin, şîr, dergûş, kincên zivistanê û sobeyê heye.
SOBE, NIVÎN Û LIHÊF PÊWÎSTIYÊN LEZGÎN IN
Bi taybetî ji bo welatiyên di binê konan de dimînin, sobe pêwîstiya herî lezgîn e. Lê belê ji bo sobe di binê konan de rê li ber şewatê venekin, pêwîstî bi sobeyên ewle heye ku dema diqulipin xweber vedimirin. Nivîn û lihêf jî ji pêwîstiyên lezgîn in. Xwarin, alavên paqijiyê, konserveyên goşt û masiyan, pêwîstiyên divê werin tedarikkirin in.
'ALÎKARÎ EV DEMEKE KÊM BÛYE'
Koordînasyona Krîzê da xuyakirin ku ji ber mercên zivistanê pêwîstiya bi alîkariyê zêde bûye. Ji Koordînasyonê Seyfî Firat diyar kir ku alîkariyên tên şndin kêm bûne û got, "Di vê mijarê de, girîng e mirov bêhtir bi berpirsyarî rabin."
'LI PÊŞBERÎ GELÊ KOBANÊ EM HEMÛ BERPIRSYAR IN'
Firat da xuyakirin ku hemû welatî bi hev re, bi destkdayîna hev têdikoş in û got, "Divê em bi hestên xwe yên însanî, welatparêzî û berpiryarî di vê mijarê de bikevin nava hewldanan. Xemsarî rewşa heyî girantir dike. Ev nêzîkatiyek li gorî mirovahiyê nîne. Dilê mirovahiyê li Kobanê lê dide, lewma divê her kes ji ber vê yekê xwedî li gelê Kobanê derkeve. Piştevaniya mirovên ji ber barbariya DAIŞ'ê koç kirine, parçyeke ji têkoşînê ye."