Ji bo Tayyîb 11 meh ceza li Oker birîn

11 meh û 20 roj ceza li Serokê Rûmetê yê AABK'ê Turgût Oker hate birîn, dadgehê ceza qulibandine ser 7 hezar lîre.

Bi hinceta ku Serokkomarê Tirk Tayyîb kêm kiriye, 11 meh û 20 roj ceza li Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiya  Elewî yê Ewropayê hate birîn.

Danişîna dozê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayê çêbû. Dema danişînê parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum û gelek rêveberên rêxistinên Elewî jî hazir bûn.

Beriya niha bi îdîaya 'kêmkirina li Serokkomariyê'' doz li Oker hatibû vekirin.

Şandeya dadgehê 11 meh û 20 roj ceza li Oker birî, ceza qulibandin ser pereyan û biryar li ser da ku 7 hezar lîre ceza li Oker were birîn.