Ji bo Şêx Seîd li Bremenê şeva bîranînê
Ji bo Şêx Seîd li Bremenê şeva bîranînê
Ji bo Şêx Seîd li Bremenê şeva bîranînê
Parlamenterê BDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Balukên di şeva bîranîna Şêx Seîd de axivî û got "Bi Konferansa Yekîtî û Çareseriyê re îlankirina Kurdê azad pêk hatiye.”
Li bajarê Elmanya yê Bremenê ji bo bîranîna Şêx Seîd şevek hat organîzekirin. Şeva bîranînê bi organîzasyona Mizgefta Bedîuzzaman a girêdayî Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li Salanu Palas a Zîv a Bremen bi xwendina Quranê dest pê kir. Di şevê de li ser navê rêveberiya mizgeftê Mihyeddîn Boztîmur, li ser navê CÎK’ê Mele Mihyeddîn Kurtay, her wiha Serokê Meclîsa Gel a Bremen Seîd Bîlgîn, nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Yusuf Serhat Bucak û nûnerê kovara Nûbihar Salman Dilovan axivîn.
Parlamenterê BDP’ê Îdrîs Baluken ku beşdarî şevê bû li ser pêvajoya aştiyê û gengeşeyên dawî yên siyasî rawestiya. Îdrîs Balukenê ku got, maseya muzakereyê têkoşîna Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mazlûm Dogan û Sakîne Cansizan ava kiriye axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di encama têkoşîna Kurdan de ku înkara 90 salan bi dawî bû û îflas kir maseya muzakereyê ava bû. Têkoşîna Kurdan AKP û dewleta Tirk neçarî muzakereyê kir. Me zehmetiya 90 salan bi ser xist. Em bi têkoşîn û gelê xwe bawer in. Êdî serdema Kurdê kolê hat girtin, êdî pêvajoya ku ji gelê Rojhilata Navîn re pêşengî were kirin dest pê kiriye. Mîna Ocalan gotiye, ev destpêkeke nû ye.”
Baluken têkildarî Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya li Amedê pêk hat jî got, "Bi vê konferansê re di sedsala nû de îlankirina Kurdê azad hat kirin. Daxwazên azadiyê heta niha ji Kurdistanê dihat. Di roja me de êdî li rojavayê Tirkiyeyê veguhezî kolanan.”
Di şeva bîranînê de Ozan Maruf, Koma Dildaye, Şarik Apo klamên xwe pêşkêş kirin. Di bîranînê de peyama YEK-KOM û ya Federasyona Elewiyên Demokratîk hat xwendin û sînevîzyonek têkildarî tevgera Şêx Seîd hat pêşkêşkirin.