Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji bo şeva Yenî Ozgur Polîtîkayê eleqeyeke mezin hate nîşandan

Ji bo piştgiriya bi Yenî Ozgur Polîtîkayê re ya li bajarê Mainz ê Elmanyayê, nêzî 2 hezar kes beşdar bûn. Di şevê de peyama “Heqîqet wê di tariyê de nemînin, kevneşopiya çapemeniya azad bidome” hat dayîn.

Şeva ji bo piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku ev 12 sal in weşana xwe didomîne, li bajarê Maînzê li salona  Eleganz a dawetê şahiyek hate lidarxistin. Di şeva ku rastî eleqeyeke mezin hatî de salon bi giştî tijî bû û beşeke mêvanan neçar man ku li piyan şahiyê bişopînin. Di serî de parlementerê HDP’ê yê  Şirnexê Faysal Sariyildiz,hunermend Ferhat Tûnç û parlementerê Partiya Çep  Dr. Ûlrîch Wîlken û gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan tevlî şevê bûn û axaftin kirin. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî ji bo ku di rojên borî de parlementeriya wî hatibû xistin û pasaporta wî hatibû desteserkirin nekarî tevlî şeva piştgiriyê bibe.

SEDAMA HEBÛNA ME YE

Axaftina destpêkirina şahiyê xebatkarê Yenî Ozgur Polîtîkayê Mahmût Seven kir. Seven, da  diyarkirin ku medyaya Tirk bûye megafona pergala serdest a Tirk û li hemberî vê çapemeniya azad li ber xwe dide. Seven, anî ziman ku  rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka dengê gel û rastiyê ye û hêza xwe ji gel digire û got “Ev rika me, girêdana me ya bi rastiyê re, sekna me ya insanî û exlaqî sedema hebûna me ye.”

FERHAT TÛNÇ: KURD WÊ ÇONG DANEYNIN

Hunermend Ferhat Tûnç jî wiha got; “Nivîsandina rastiyan çiqas zehmet be jî di van rojan de gelek girîng e jî. Di roja me de pêvajoyeke tasfiyekirinê pêk hat. Di vê pêvajoya tesfiyekirinê de rojnamevan, parlamenter, ne tenê destkeftiyên Kurdan, nasnameya Kurd, çanda Kurd, dîroka Kurd hate hedefkirin û em bi bêhişmendiya hovane re rû bi rû man. Lê Kurd ne kurdên beriya 30 sal, 100 salan e û wê li dijî dîktatoriya Erdogan jî çong daneynin.” Tûnç gotinên xwe bi strana ‘Ozgurluk Mahkûmlari’ bi dawî kir.

HEQÎQET NAYÊ VEŞARTIN

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’yî Faysal Sariyildiz jî axivî û wiha got; “Beriya her tiştî, rastiyê yanî heqîqetê dikujin. Li Kurdistanê hovitiyek bê pîvan heye. Lê bi van kiryarên xwe li cîhanê hatin teşhîrkirin. Li Kurdistanê ti rewabûneke wan nemaye. Çapemeniya azad ew teşhîr kirin û rûyê wan yê rast derxist holê. Li ser vê rêyê hevalên me canê xwe feda kirin. Bi vê boneyê hemû şehîdên çapemeniya azad û şehîdên azadiyê bi bîr tînim.”

Di beşa stranan a şevê de Baho Şêxo, Hozan Comerd, Gulseven Medar, S. Castor û Hozan Diyar derketin ser dikê. Pişte li ber stranên hunermandan govend hate gerandin.