'Ji bo serketina HDP'ê divê her kes dengê xwe bide'

Dengdana li Brukselê berî du rojan dest pê kir. Muşahîtên HDP'ê gotin, ew hîn negihîştin armanca xwe û bang li dengdêran kirin ji bo biçin ser sindoqan.

Ji bo dengdana li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tenê hefteyek ma. Dengdana li Ewropayê jî dewam dike. Li paytexta Belçîka Brukselê, dengdanê berî du rojan dest pê kir. Muşahîdên HDP'yî yên li navenda dengdanê ne işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Tîrmehê kirin û gotin, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê divê teqez dengê xwe bidin.

Nûnera Federasyona Elewiyan a li Ewropayê Fatma Bînîcî ku muşahîda HDP'ê ye, da xuyakirin ku dengdana berî du rojan dest pê kir erênî derbas dibe. Bînîcî diyar kir, rêjeya dengan hê negihîştiye asta ku ew li bendê ne û ev bang li dengdêran kir: "Bila hewldanên tên kirin belasebep nebin. Divê gelê me teqez dengê xwe bide. Dengek ji bo HDP'ê, yek jî ji bo Selahattîn Demîrtaş."

Muşahîda HDP'ê Arîfe Soysuren jî bal kişand ser girîgiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê û ji bo dengdanê bang kir. Soysuren got, "Ji bo HDP ji bendê derbas bibe, divê gelê me teqez biçe ser sindoqan û dengê xwe bide."

Muşahîd Davût Keskîn jî got, dengdan ev 2 roj in baş derbas dibe, lê ji bo ew xwe bigihînin armanca xwe divê her kes teqez dengê xwe bidin.