Ji bo ronîkirina Komkujiya Roboskî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Ji bo ronîkirina Komkujiya Roboskî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî bi sedema “Bi awayekî bêtedbîr bûyîna sedema mirinê” ku dosyaya Komkujiya  Roboskî şand dozgeriya leşkerî, kampanyayeke îmzeyan hat destpêkirin.

Di kampanyaya bi serenavê  “Ji bo Dosyaya Komkujiya Roboskî em Darizandina Leşkerî Naxwazin” de hat destnîşankirin ku, tê xwestin li ser  Komkujiya Roboskî ya di 28’ê Kanûna 2011’an de ji aliyê Balafirên Şer ên Tirk ve pêk hat were nixumandin.   Her wiha di van rojên ku berxwedana  Parka Gezî berdewam dike de ji bo dosyaya Komkujiya Roboskî biryareke wisa, mirov dide fikirandin.

Di metna kampanyayê de bi gotina “Em teslîmî vê komedyaya tê lîstin nabin. Em destûr nadin  Komkujiya Roboskî jî wek komkujiyên din wenda bibe û biçe”, banga tevlîbûn û desteka ji kampanyayê re hat kirin.