'Ji bo rojnamegerên girtî Nobeta Azadiyê'

"Nobeta Azadiyê" ya ji bo rojnamegerên girtî û piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê di hefteya 22'an de berdewam kir.

"Nobeta Azadiyê" ya ji bo piştgirî û piştevaniya rojnamegerên girtî û Rojnameya Ozgur Gundemê ku hatibû destpêkirin di hefteya 22'an de berdewam kir. Piştî Rojnameger û Endamên Lijneya Şêwira Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê nivîskar Necmiye Alpay û Asli Erdogan, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya hatin girtin "Nobeta Azadiyê" hat destpêkirin. Di hefteya 22'emîn de dîsa rojnameger li ber Girtîgeha Bakirkoyê kom bûn û nobet girtin. Vê hefteyê Rêveberiya CHP'ê ya Navçeya Bakirkoyê çalakî dewir girtin. Rêveberên CHP, Meclîsa Bakirkoy ya Hezîrana Yekbûyî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kesên din beşdar bûn. Di çalakiyê de girtina rojnamegerên Cumhuriyetê û zextên li ser Rojnameya Cumhuriyetê jî hatin şermezarkirin. Di nobedê de Ayşegul Tozeren diyar kir ku wan dema dest bi nobeta ewil kir nêzî 120 rojnameger girtî bûn, lê îro 142 rojnameger girtî ne. Serokê rêxistina CHP'ê ya Bakirkoyê prz. Celal Sevinç jî anî ziman ku îro ji ber ku 142 rojnameger girtî ne ew li vir in û wiha got: "Em zextên li ser rojnamegeran şermezar dikin. Divê em tenê li ber girtîgehê li hev kom nebin. Divê em di hemû qadan de bibin yek û bi hevre bin. Ez wekî hiqûqnasekî tu sûcê Rojnameya Cumhuriyetê nabînim."

Sekreterê Giştî yê Wexfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî anî ziman ku ji bo welat ji hemû êrîş, zext û dij hiqûqiyê paqij bikin îro li vir in û wiha got: "Em ne tenê ji bo Necmiye û Asli li vir in. Em ji bo hemû girtiyan li vir in. Em dê heta dawî ji bo rojnamegerên girtî di nobedê de bin.

Piştî axaftinan Korîstên Koma Muzîka Dostlar Umran Serhan strana Ruhi Su ya Mahsus Mahal xwend. Piştî stranê daxuyanî û nobet bi dawî kû.