Ji bo rojnamegerên girtî azadî hat xwestin
Ji bo rojnamegerên girtî azadî hat xwestin
Ji bo rojnamegerên girtî azadî hat xwestin
Xebatkarên çapemeniya azad yên Ozgur Gundem, DÎHA, Modernîteya Demokratîk Belavkariya Firatê û Azadiya Welat têkildarî doza 20 jê girtî 46 rojnamegerên kurd ên ji doza KCK'ê tên darizandin û rûniştina wan di navbera 2-6'ê Kanûnê de bê dîtin daxuyanî dan. Rojnamegeran azadiya hevalên xwe xwestin. Di çalakiyêde Rojnameger Ragip Zarakolu, anî ziman ku 22 salin rojnamegeriyê dike û wiha got. "Min di heyeta xwe de dozek wisa rezîl nedît."
Xebatkarên çapemeniya azad ên Ozgur Gundem, DÎHA, Demokratik Modernite, Belavkariya Firatê û Rojnameya Azadiya Welat, têkildarî doza 20 jê girtî 46 rojnamegerên kurd yên ji doza KCK'ê tên darizandin ku doza wan di 2-6'ê kanûnê de bê dîtin li Qada Galatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de reveberên Sendikaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Hevseroka HDP'ê û parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel, endamên Meclisa BDP'ê Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Melda Onur, Rojnameger Ragip Zarakolu, Midûrê Karê Nivîsê yê Evrenselê Fatih Polat xebatkarên çapemeniya azad jî di navde gelek kes amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Çapemeniya Azad bêdeng name" vekir û wêneyên rojnamegerên girtî bilind kirin. Girsê di çalakiyê de bê navber silogav gotin û xwestin rojnanegerên girtî serbest bên berdan.
Rojnamegeran azadiya hevalên xwe xwestin. Di çalakiyêde Rojnameger Ragip Zarakolu, anî ziman ku 22 salin rojnamegeriyê dike û wiha got. "Min di heyeta xwe de dozek wisa rezîl nedît. Hevalên me ji îdîayên pûç girtî ne.