Ji bo Rojava li ber wezareta Karê Derve ya Almanyayê xwepêşendan

Ji bo Rojava li ber wezareta Karê Derve ya Almanyayê xwepêşendan

Bi armanca ku balê bikişînin ser geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li hembesrî kurdan li ber wezareta Karê Derve ya Almanyayê çalakî pêk hat. bang li hikûmeta Alman û Yekitiya Ewropayê hat kirin ku bi hestiyar tevbigerin û dosya dan rayedarên wê.

Kurd û dostên kurdan yên li Berlînê dijîn ji bo gelê Rojava îro di saetên nîvro de li ber wezareta Karê Derve hatin cem hev. Girseyê li ber wezaretê mîtîng pêk anî û bang  li hikûmeta Alman hat kirin ku li dijî komkujiyan bê deng nemîne.

Di çalakiyê de hat diyar kirin ku li Rojavayê Kurdistanê kurd, ereb, Asurî, suryanî û ermenî bi hev re azad dijîn û got modela Rojava ji bo hemû Rojhilat mînak û got çeteyan di heman demê ev model jî hedef girtine. Hate diyar kirin ku  leşkerên bi pere yên El Qaîdeyê êrîşê kurdan dike.

Bang li Yekitiya Ewropayê, Netewên Yekbûyî hat kirin ku bi gelê Rojava re bikevin nava piştevaniyê û gotin çeteyên girêdayê El Qaîdeyê ne tenê bo kurdan bo hemû herê bi xetere. Piştî mîtîngê dosyayek bo peywirdarên wezaretê hat pêşkêşkirin.

Her wiha dê di 10’ê tebaxê roja şemiyê li Berlînê meşek pêk were. Meş li qada Hermanplatz saet di 18’an de dê dest pê bike.

LI PARÎSÊ JI HUNERMENDAN ÇALAKÎ

Li aliyê din endamên Meclisa Çand û Hunerê komkujiya Rojava protesto kirin. Bi dehezaran kesên li Notre Dame Katedrali hatin cem hev komujî şermezar kirin.  Her wiha belav hatin belavkirin.Li vir di daxuyaniya hat dayîn de hat diyr kirin ku divê gelê kurd û hemû cîhan li dijî vê rabin ser piyan.