Ji bo Roja Hevgirtina bi Efrînê re ya Cîhanî banga çalakiyê
Li Belçîkayê Platfortma Hevgirtina Efrînê ji bo 24’ê Adarê Roja Hevgirtina bi Efrînê re li dijî nîjatperestiyê banga çalakiyê kir.
Li Belçîkayê Platfortma Hevgirtina Efrînê ji bo 24’ê Adarê Roja Hevgirtina bi Efrînê re li dijî nîjatperestiyê banga çalakiyê kir.
Platformê daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’24’ê Adarê, Şemiyê, Roja Hevgirtina Cîhanî ya bi Efrînê re ye…Em bang li her kesî dikin ku Şemiyê tevlî çalakiya dijî nîjatperestiyê bibin.’’
Çalakî set 14.00’an wê li Gare du Nordê dest pê bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirinê ya li dijî bi hemû hêza xwe didome. Ev qirkirin û dagirkerî çavtirsandina mirovahiyê ye. Tiştên ku li Efrînê dibin sûc e. Dewletên emperyalist hevkarên vî sûcî ne.’’
Platformê got bi sed hezaran mirov ji bo dagirkeriya Tirk neçar mane ku şûnwarê xwe berdin, bi sedhezaran zarok nikarin biçin dibistanan û siberoja wan ketiye talokeyê û bang kir ku li dijî dagirkeriya Tirk ya li Efrînê divê her dever bibe qada berxwedanê , her dever bibe Efrîn û êrîşkariya Tirk a hovane were şikandin.
Platformê got dewleta Tirk biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya NY’yê binpê kiriye, xwîn rijandiye û ji bo êrîşên dagirker ên li ser Efrînê got, ‘’qirkirin û paqijiya etnîk’’
Platformê got, ‘’24’ê Adarê li çar hêlên cîhanê ji bo Efrînê em rabin ser piyan.’’