Ji bo polîsên tecawizkar dîsa ceza nîne

Ji bo polîsên tecawizkar dîsa ceza nîne

Li Mêrdînê di sala 2002’an de jina bi navê H.A ya dayika 5 zarokan ku bi gumana alîkarî daye PKK’ê hat binçavkirin û di bin çavan de rastî tecawiaz çar polîsan hat. Cezayê li polîisa hat birîn bi hicneta ‘dê careke din sûc nekin’ ceza nehat dayîn.

Doza li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de polîs Bayram Ural, Nazim Ege, Abdulkadîr Ozer û Hanîfe Şennur Pak bi sûcê ku muameley xerab li H.A kirine salek ceza girtin. Her wiha cezayê wan hat daxistin û bû 10 meh. Polîsên ketin girtîgehê bi hinceta ku dê careke din sûc nekin, cezayê wan  hat rakirin.

H.A di dosyaya doza xwe de der barê îşkenceya li wê hatiye kirin wiha got: “Ez û hevserê min A.A birin Midrûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Çavê min girê da û bi lêdanê em birin hundir. Hevserê min birin cihekî din. Ez kirim nezaretxaneyê. Hemû cilê min derxistin. Ava şid berdidan min. Hevserê min anîn. Ew jî tazî bû. Piştre ez birim cihekî din. Torbe xistin serê min. Bi çop li min xistin. 4-5 kesan li min didan. Destê min çû ser sînga kesekî. Ew jî jin bû. Bi cop tecawizê min dikirin.  Ez ji ser hişê xwe çûm. Min dema çavê xwe vekir ez li nexweşxaneyê bûm.

Roja duyemîn dîsa ava şid berdan. Ez li ber klîmayê didam runiştandin. Ez birim nexweşxanê. Polîs ketin odeya doktor. Nehiştin ez gazicên xwe bêjim. Li nexweşxaneyê polîsekî li min da. Dozger biryara girtina min da. Lê rewşa min bo girtîgehê ne musaît bû. Bi cop tecawizî min kirin. Doktoran got tu yê dest ji dozê berdî an jî emê hevserê te bikujin.”