Ji bo piştigiriya Efrînê li Kampa Lavîonê meşek hate lidarxistin

Li Kampa Lavrîonê ya bajarê Atîna yê bi tevlîbûna sedan kesan ji bo piştgiriya Berxwedana Efrînê meşek hate lidarxistin.

Li Kampa Lavrîonê ya bajarê Atina yê bi tevlîbûna sedan kesan ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê meşek hate lidarxistin. Çalakvanên ku bi lêxistina kevçî û beroşan çalakiya bi deng lidar xistin. Her wiha piştî meşê sirûda Çerxa Şoreşê û daxuyanî hat dayîn. Welatiyên Kampa Lavrîonê bi alên PKK, KCK,YPG,YPJ, PYD ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Her wiha di meşêde dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdoğan", "Jin jiyan azadî", "Dewleta dagirker ji Kurdistanê bi cehenime", û " Yeke yeke yeke Kurdistan yeke." hat berzkirin.

Di daxuyaniyê de Siyasetmedarê Kurd Metîn Bîngol axivî. Bîngol bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha got: "Hêzên Kurdan hemû mirovahî parast dewletên desilatdar li hemberî komkujiya Kurdan bêdeng e. Em vê bêdengiyê wek berdewama komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo dibîne. Hêzên desilatdar deyndarê Kurdan e. Şervanên Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê de parastina hemû mirovahiyê kirin bila deynê xwe bidin." Bîngol diyar kir ku heta ku encamek bigrin wê li qadan bin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kujer Erdogan’ bi dawî bû.