Ji bo piştgiriya YPJ’ê KXWK bendên kontrolê datînin
Ji bo piştgiriya YPJ’ê KXWK bendên kontrolê datînin
Ji bo piştgiriya YPJ’ê KXWK bendên kontrolê datînin
Li bajarê Kobanê û gundên wê û ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bikin piştî ku biryara di konferansa 2’emîn a konfederesiyonê de hatiye girtin çalakiyên Konfedresiyona Xwendekarên Welatparêzên Kurd pê radibe didomin.
Di çarçoveya çalakiyên Konfedresiyona Xwendekarên Welatparêzên Kurd de, komîteya kar û barên jinan a konfedresiyonê ji bo piştgiriya YPJ’ê bendeke kontrolê li ser rêya gundên Qere Hilinc, Şêran û bajarê Kobanê danîn û çavdêriya hatin û çûnê saet di 8:00 heta 20:00’an de dikirin
Endama konfedresiyonê Şêrîn Osman axivî û diyar kir: “Em wek jin di konfedresiyonê de ji bo piştgiriya YPJ’ê bi vî karî radibin û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin her wiha ji malbata şehîd Meryem Mihemed (Silava) ya ku li Efrînê ber xwe daye dixwazin.”
Ji aliyekî din ve endama konfedresiyonê Xunav Birgil axivî û got: “Em bi vê kampaniyê rabûn ji bo pîrozkirina rola YPJ’ê di vê qonaxê de pê radibe.”
Hêjayî gotinê ye ev gava konfedresiyon pê radibe welatî pir pê kêfxweş bûne û rola girîng a xwendekaran diyar dike.