'Ji bo pêvajoyên dîrokî, sekn û biryarên dîrokî divê'

Bi navê 7 girtiyên li Girtîgeha Kandirayê li dijî tecrîdê di berxwedana greva birçîbûnê de ne, nameyek ji berxwedêrên li Strasboûrgê re hate şandin û hate gotin, "Ji bo pêvajoyên dîrokî, sekn û biryarên dîrokî divê."

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê Kandirayê 47 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, nameyek ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li bajarê Strasboûrgê Fransayê re şandin ku ew jî 46 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Mûhammed Înal bi navê girtiyan name şand û diyar kir, moral, motîvasyon û biryardariya girtiyên li zindanan li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê di asta herî bilind de ye.

Di nameyê de hate gotin, "Ji bo pêvajoyên dîrokî pêwîstî bi sekn û biryarên dîrokî heye" û hate destnîşan kir, ew hewl didin bi rêya çalakiya xwe rê bidin ber dîrokê.

Di nameyê de hate ragihandin, li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê girtiyên bi navê Îbrahîm Kaya, Ridvan Guven, Yûsûf Başaran, Guven Suvarîoglû, Ûmût Çamlibel, Nejla Atak û Mûhammed Înal di greva birçîbûnê de ne.