‘Ji bo pênaseya endamtiya rêxistinê guhertinek ji binî ve divê’
‘Ji bo pênaseya endamtiya rêxistinê guhertinek ji binî ve divê’
‘Ji bo pênaseya endamtiya rêxistinê guhertinek ji binî ve divê’
Hukûmeta AKP’ê ya ku hewl dide di vê pêvajoyê de bi “Pakêta 4’emîn a Darazê’ bendewariya “KCK’yî dê serbest bên berdan’ çêbike, dê di bendên 6 û 7 de yên madeya 317’emîn a TCK (qanûna ceza ya Tirk) de guhertin çêbike. Lê huqûqnasan bal kişandin ser madeya 314’emîn ku diyar kirin ku ev guhertin tu bandorê li ser doza ‘KCK’ê nake. ParlementerêBDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan diyar kir ku ev darizandin li ser esasê madeya 314’emîn a TCK’ê pê t û got: “Ji ber vê jî divê pênaseya endamtiya rêxistinê ji binî ve were guhertin.”
Li aliyekê piştî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gotûbêjên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd berdewam dikin, li aliyeke din hukûmeta AKP’ê dixwaze Pakêta 4’emîn a Darazê bendewariyê biafirîne.
‘GER 314 NEGUHERE TU WATEYA WÊ TUNE’
Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan ku di heman demê de huqûqnas e, destnîşan kir ku diviyabû di bendên 6-7 ên madeya 220 a TCK’ê de li gel Pakêta 3’yemîn a Darazê guhertin çêbibe, lê ev pêngav wê demê nehate avêtin, hukûmet dixwaze niha biavêje. Kaplan got: “Kesên ku bi tu awayî tevlî çalakiyên çekdarî nebûne ji vêmadeyê tên darizandin. Ger di 314 de guhertinek çênebe ev yek bê wate ye. Divê guhertin li ser vê madeyê bê kirin. Ger guhertineke di vir de çênebe, tu ateya guhertin a bendên 6 û 7 ên madeya 220’emîn a TCK’ê jî namîne.” Kaplan destnîşan kir ku ger di vê madeyê de guhertin çênebe, ev paktê jî tu bandorek li ser dozên”KCK” nake.
‘DARIZANDIN LI SER ESASÊ 314’Ê PÊK TÊ
Parêzer Ramazan Demîrt jî got ku dozên ‘KCK’ê hema bêje hemû li ser esasê bendên 1 û 2 yên madeya 314’emîn a TCK’ê hatine vkirin û destnîşan kir ku heta di vir de guhertinek çênebe, tu wateya wê guhertinê jî tune ye.
Demîr got: “Hewl didin ku bendewariyek wisa nîşan bidin ku dê bersucên ji doza KCK’ê bi komî serbest bên berdan. Divê wesfa suc nû bê nirxandin û bê guhertin. Jixwe di dema destpêkê ya amdekirina vê pakêtê de ev yek gotibûn. Ango dê li pênaseya endamtiya rêxistinê tundî bihata zêdekirin. Lê bi vî haî tu feydeyek wê çênabe.”