Ji bo partiya Davûtoglû serlêdan hate kirin

Ji bo damezrandina partiya Ahmet Davûtoglû serlêdan hate kirin.

Ji bo damezrandina partiya siyasî ya bi serkêşiya Serokwezîrê berê yê Tirk Ahmet Davûtoglû serlêdan hate kirin.

Koma Davûtoglû ji bo daxwaznameya serlêdana partiya nû radest bike bi 5 wesayitan hate Wezareta Karên Hundir. Di nava komê de ji Alîkarên berê yên Serokê Giştî yê AKP'ê Ayhan Sefer Ustun û Selçûk Ozdag, Parlamenterê Gumuşhaneyê yê Serdema 24'an Feramûz Ustun, waliyê berê Îzzettîn Kuçuk, Serokê berê yê AKP'ê yê Enqereyê Nedîm Yamali û Seroka berê ya AKP'ê ya Çanakkaleyê Yeşîm Karadag hene.

Tê payin ku heyet piştî radestkirina daxwaznameyê daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bikin.