Hunermenda Kurd Ozan Canê ku mala wê li Kolnê ye, ji bo di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê çûbû Tirkiyeyê. Di dema mîtînga HDP'ê de ya li Edîrneyê, roja 23'ê Hezîranê hatibû destgîrkirin û ji ber ku di fîlmê li ser têkoşîna YPG/YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê de lîstiye, hatibû sûcdarkirin. Dadgeriya Tirk dixwaze 13 salan cezayê girtîgehê lê bibire.
Parlamentera Partiya Çep a Elman Gokay Akbûlût ji bo berdana Ozan Canê bi rengekî nivîskî serî li Wezareta Karên Derve ya Elman da. Parlamentera Akbûlût ji wezaretê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê ji bo Ozan Canê vegere Elmanyayê.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas beriya niha soz dabû ku ji bo berdana hemû welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê girtî ne wê bikevin nava hewldanan, lê belê piştî gera Erdogan a li Elmanyayê ev soza xwe ji bîr kiribû.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, niha 5 welatiyên Elman ji ber sedemên siyasî tên sûcdarkirin û li girtîgehên Tirkiyeyê ne. Lê tê gotin ku ev hejmar zêdetir e. Ji ber ku rayedarên Tirk der barê welatiyên Elman ên girtî de bi giranî bi derengî agahiyê dide hikumeta Elman.
Di vê navberê de Wezareta Karên Derve ya Elman hişyarî da welatiyên ku dixwazin biçin gera Tirkiyeyê. Di hişyariyê de hate gotin, kesên ku di hesabên xwe yên medya civakî de li dijî Serokkomarê Tirk parvekirinan dikin, dibe ku bi "heqareta li serokkomar" werin sûcdarkirin.