Ji bo Ocalan li ber Muzeya Loûvre û gara trenê çalakî hatin kirin

Ciwanên Kurd li ber Muzeya Loûvre ya li Parîsê û li mezintirîn gara trenê ya vî bajarî çalakiyek li dar xistin. Ciwanan xwestin tecrîda li Îmraliyê were rakirin.

Ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger YXK û JXK'ê, li Gare du Nord a li paytexta Fransa Parîsê çalakiyeke bê îteatiya sivîl pêk anîn.

Ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanan posterekî mezin ê Ocalan, alên PKK û KCK'ê û wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd ên sala 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, vekirin.

Her wiha pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime" ya bi zimanê Fransî hildan.

Ciwanan ji bo azadiya Ocalan û şermezarikrina dewleta Tirk a faşîst dirûşm qîriyan.

LI BER MUZEYA LOÛVRE PIRTÛKÊN OCALAN XWENDIN

Endamên rêxistinên ciwanan li ber Muzeya Loûvre ya navdar li hev civiyan û tecrîd şermezarkirin. Ciwan li pêşiya muzeyê rûniştin û dest bi xwendina pirtûkên Ocalan kirin.

Ciwanan her wiha li ser tecrîdê û êrîşên dewleta Tirk belavok belav kirin û bala tûrîstan kişandin.