Ji bo Mukaddes Gezmîş peyama sersaxiyê

Ji bo Mukaddes Gezmîş peyama sersaxiyê

HDP’ê ji bo Mukaddes Gezmîş peyama sersaxiyê weşand.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, ji bo dayika Denîz Gezmîş, Mukaddes Gezmîş ku duh jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Em ji ber wefata dayika Denîz Gezmîş ku yek ji nirxê herî girîng ê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ye, Mukaddes Gezmîş, gelek xemgîn bûne. Em ji jê re rehmet, ji malbat û gelê xwe re jî sersaxî û sebrê dixwazin.”