'Ji bo mezinkirina serhildanan di 25'ê de dakevin kolanan'

'Ji bo mezinkirina serhildanan di 25'ê de dakevin kolanan'

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li jinan kir, ku dakevin kolanan, serhildanan mezin bikin û li refên herî pêş ên têkoşîna şoreşgerî cih bigirin.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan da xuyakirin, ku kapîtalîzm a berhema sîstema baviksalariyê ye, ku di 25'ê Mijdara 1960 de xwişkên Mîrabel qetil kir, li hemberî jinên berxwedêr helwesteke hovane nîşan dide û got, "Tabloya vê hovîtiyê derxistiye holê, rastiya komkujiyê radixe pêş çavan. Hema bêje her qad li jinê bûye zîndan, her zewac jî bûye kuştinek. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin, rastî destavêtinê tên û li cihên fermî yên laşfirotinê, zexta fûhûşê li wan tê kirin. Di nava çend salên dawî de, komkujiyên jinan derketine asta herî bilind." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên bi hezaran Êzidî li Şengalê qetil kirin, bi sedan jinên li herêmê revandin, dest avêtin wan û zexta fûhûşê li wan dikin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Nîjeryayê jî, rêxistina terorê ya bi navê Boko Haram, jinên ciwan direvîne û heman hovîtiyê li jinan dikin.

'DAIŞ JINÊN CIWAN HEDEF DIGIRE'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Sala 2014'an bû saleke ku li gelemperiya cîhanê komkujiyên li hemberî jinê zêde û dijwartir bûn. Ji bo tinekirina hêza rêxistinbûyî ya jinên ciwan a li dijî dijwarî û komkujiyê li ber xwe dide, aliyekî din ê qirkirina zayendî ji aliyê serdestan ve hatiye meşandin. Bi taybetî, çeteyên DAIŞ'ê weke hedefa destpêkê berê xwe dane jinên ciwan û ev yek jî parçeyek ji heman planên tinekirinê ye ku li hemberî jinên ciwan tê meşandin. Çanda destavêtinê ku berhema mejiyê mêr e, hewl tê dayîn bi bikaranîna li dijî jinên ciwan, li ser civakê bê ferzkirin û pejirandin.

Mîsyona pêşengiya jinên ciwan a di têkoşîna me ya şoreşgerî ya li ser bingeha azadiya gelên Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin û serketina jinên ciwan, ji aliyê serdestan ve tê dîtin. Li dijî çeteyên mêtînger ên êrîşî şoreşa li Rojava bi Pêşengiya jinên ciwan hatiye afirandin, jinên ciwan ên vê têkoşînê mezin dikin û bi fedaî li ber xwe didin bala tevahiya cîhanê kişandine. Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên ciwan, kêm maye şoreşa neteweya demokratîk xwe bide der. Berxwedana bi rûmet a li Kobanê, Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dide, destekên ji Kurdistan û gelek deverên cîhanê tên dayîn, serhildanên hatin kirin careke din nîşan daye, ku li pêş şoreşa civakî, azadîparêziya jinê û demokratîk a Rêber Apo, ti hêz nikare bibe asteng."

'HESAB WÊ WERE PIRSÎN; EM Ê BIBIN AFIRÎNERÊN ŞOREŞA JINÊ'

Koordînasyonê Kader Ortakaya ya çend roj berê dema ji bo destekkirina berxwedana Kobanê hewl dida derbasî Kobanê bibe ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bibîr anî û got, "Ev komkujî, di kesayetiya Kader Ortakaya de êrîşek li hemberî têkoşîna azadiya jinê ya Kurd e. Em ê hesabê êrîşa li hemberî rêhevala me Kader Ortakaya bipirsin û em soza vê didin. Em ê bibin afirînerên şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn."

'JI BO DI XETA ARÎN MÎRXAN DE SERHILDAN WERIN MEZINKIRIN DAKEVIN KOLANAN'

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ji bo 25'ê Mijdarê jî ev bang li jinan kir: "Ji bo pûçkirina lîstikên şerê qirêj ê sîstema serdest li hemberî jinan û gelan li Rojhilata Navîn daye destpêkirin, em bang li tevahiya jinên ciwan dikin ku di 25'ê Mijdarê de dakevin kolanan, di xeta rêhevala Arîn Mîrxan de serhildanan mezin bikin û li refên herî pêş ên têkoşîna şoreşgerî cih bigirin."