Ji bo Mexmûr û Şengalê banga berxwedanê
Sazî û rêxistinan nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê dan û gotin, "Bêdengî tê wateya pejirandinê." Di daxuyaniyan de ji bo berxwedanê bang hate kirin.
Sazî û rêxistinan nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê dan û gotin, "Bêdengî tê wateya pejirandinê." Di daxuyaniyan de ji bo berxwedanê bang hate kirin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Jinên Ciwan ên Azad û Saziyên Kurd ên li Rûsyayê, AvEG-Kon, FEDA,DKP/BOG'ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê daxuyanî weşandin.
KNK: BÊDENGÎ DAGIRKERIYÊ MEZIN DIKE
Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê bal kişand ser armanca dewleta Tirk a li ser tevahiya Kurdistanê û destnîşan kir ku bi hêza ku ji bêdengiya sazî û dewletên navneteweyî werdigire, mîna ku li Qibrisê kir dixwaze li Rojava û Başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe mayinde bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di mijara van êrişan de, li gorî me berê agahî dane Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê û Rûsyayê. Bêdengiya wan a heta niha, her wiha bêdengiya wan a li pêşberî bikaranîna qada hewayî Iraqê nîşan dide ku ev êriş pejirandine."
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe û hate gotin, "Ji êrişên dewleta Tirk ên li Sûriye û Iraqê, di serî de Neteweyên Yekbûyî, DYE, hikumeta Iraqê, hikumeta federal a Başûrê Kurdistanê û Yekîtiya Ewropa berpirsyar in."
KNK'ê bang li gelan û Kurdistaniyan kir ku li dijî êrişan hevpariya hev bikin.
TJA: JI DESTKETIYÊN ME DITIRSIN
TJA'yê diyar kir ku êriş ji ber dijminatiya li Kurdan e û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP ji destketiyên gelê Kurd ditirse.
Her wiha diyar kir ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî nayê qebûlkirin û bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.
Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hate şermezarkirin.
SAZIYÊN LI RÛSYAYÊ: DIVÊ KURD HEMÛ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ
Yekîtiya Saziyên Kurdan a Navneteweyî, Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdan a Federasyona Rûsyayê û Yekîtiya Jinên Kurd daxuyaniyeke hevbeş weşandin û êriş şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate bibîrxistin û bang li Kurdên li her devera dinyayê hat ekirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad jî ragihandin ku êrişên dewleta Tirk tên wateya armanca ji bo "tunekirina Kurdan."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo parastina hebûnê û azadiyê, ji bilî berxwedanê û xweparastinê çareyeke din a Kurdan nîne û bang kir ku dakevin qadên Ewropayê.
AvEG-Kon, FEDA û DKP/BOG'ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga berxwedan û piştevaniyê kirin.