Ji bo meşa li Kolnê ya ji bo Ocalan bang hate kirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kolnê yê Elmanyayê ew ê meşeke girseyî were lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê ji bo tevlêbûna meşê bang kirin.

Di çarçoveya ‘Azadî ji bo Ocalan’ ji aliyê TJK-E û KCDK-E’yê li pêşiya Dêra Domê ji 7’ê Tebaxê û vir ve çalakiya bi kon tê lidarxistin.

Di çarçoveya kampanyayê de ew ê îro meşeke girseyî were lidarxistin. TJK-E’yê îro daxuyanî da û jin di serî de ji bo tevlêbûna meşê bang li aliyên demokratîk kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Ji zû ve ye dewleta AKP’ê hewl dide li ser Rêbertiya me zextan dike. Em ê li Elmanyayê dakevin kolanan û heta ku Rêbertiya me azad bibe, em ê çalakiyan li dar bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Kolnê çalakiya bi kon heye û ew ê îro saet di 17’an de meşek were lidarxistin. Em bang li hemû jin, gelê xwe dikin ku bila tevlî meş û mîtîngê bibin.”