Ji bo Mehmûd Onder merasîma bîranîn tê lidarxistin
Ji bo kedkarê çapemeniya azad Mehmûd Onder, wê li Stêrk TV merasîmeke bîranînê bê lidarxistin.
Ji bo kedkarê çapemeniya azad Mehmûd Onder, wê li Stêrk TV merasîmeke bîranînê bê lidarxistin.
Ji bo kedkarê çapemeniya azad Mehmûd Onder wê sibe saet di navbera 18:00-20:00 de merasîmeke bîranînê were lidarxistin. Merasîm wê li avahiya Stêrk TV pêk were.
Onder, li nexweşxaneyek li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji ber kanserê roja 31'ê Çileyê jiyana xwe jidest dabû. Onder dema jiyana xwe ji dest da, 65 salî bû, ku piraniya emrê xwe di nava têkoşînê de derbas kiribû.