Ji bo Maco yê YPG’yî Konê sersaxiyê
Di êrîşên çeteyan ên 29’ê Mijdarê li gundê Mêrîmîn ê girêdayî Efrînê ji 6 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dayî ji bo Rizgar Başkale yê bi nasnav Şervan Maco li Elbak konê sersaxiyê hat danîn.
Di êrîşên çeteyan ên 29’ê Mijdarê li gundê Mêrîmîn ê girêdayî Efrînê ji 6 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dayî ji bo Rizgar Başkale yê bi nasnav Şervan Maco li Elbak konê sersaxiyê hat danîn.
Li Elbakê ji bo şervanê YPG’ê Maco yê di şerê li Efrînê jiyana xwe ji dest konê sersaxiyê hat danîn. Bav Hasan Maco peyama “ Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin” da.
Di êrîşên çeteyan ên 29’ê Mijdarê li gundê Mêrîmîn ê girêdayî Efrînê ji 6 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dayî ji bo Rizgar Başkale yê bi nasnav Şervan Maco li Elbak konê sersaxiyê hat danîn.
Di nav de Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevseroka Meya-Derê ya Bajarê Wanê Nerîman Orar, hevserokên HDP’ê yên bajar û navçeyê, Meya- Der, Kurdî- Der, Însyatîfa Dayîkên Aştiyê, Aktivîstên KJA û girseya ku ji gelek kesan pêk dihat, li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn, di bin barîna berfê de meş pêk anîn. Girse, wêneyên gerîlayê YPG’ê Maco û Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hilgirtin, ber bi konê sersaxiyê yê li taxa Tepebaşi bi dirûşmên “ Şehîd Namirin” meşiyan.
‘ EV GEL STÛYÊ XWE XWAR NAKE’
Li pêşiya konê sersaxiyê ji bo şehîdên demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin, piştre Seroka Meya-Derê ya Bajarê Wanê Nerîman Orar axivî, Orar got: “ Bi destê dijminên hov li Kurdistanê agir tê gûrkirin û her kesê ku li Kurdistanê jiyan dike para xwe ji vê girtiye. Yek ji van jî malbata heval Rizgar e. Em li ser navê rêxistina me ji malbat û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”
Serokê HDP’ê yê Bajêr Veysî Dîlek jî wiha diyar kir: “ Heval Rizgar ne şehîdê me yê yekem e û ne yê dawîyê ye jî. Dijminê Kurdan ji bo Kurdan bike kole her rê û rêbazî bi kar tîne. Îro li çar parçeyê Kurdistan li himber gelê Kurd şerekî dijwar tê meşandin. Zîhniyeta ku Tahîr Elçî qetil kirî heman zihînyeta ku heval Rizgar jî qetil kiriye. Bila vê baş bizanin; ev gel êdî stû xwar nake û dev ji têkoşîna xwe bernade.”
Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Elbakê Senar Yeşîlirmak wiha got: “ Gelek spasiya gelê Elbakê dikim ku li cem me hatin konê sersaxiyê û malbat bi tenê ne hiştin.”
BAV MACO: EM Ê LI BER XWE BIDIN
Bav Hasan Maco sersaxî ji bo hemû gelê Kurd xwest. Bav Maco got, “ Berxwedan, mîrateya Mazlûm Dogan ji me re hiştiye. Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin.”
Girse, piştî axaftinan ji konê sersaxiyê derket û ber bi konê sersaxiyê yê mala navendê ve çû. Sersaxî wê li konê sersaxiyê yê navendê bê qebûlkirin.