Ji bo Kulter li Bernê çalakî hat lidarxistin

Li paytexta Swîsre Bernê, bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan daxuyaniyek hat dayîn û li aqûbeta rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter hat pirsîn, ku piştî li Şirnexê hat binçavkirin, agahî jê nayê girtin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî destek dan çalakiyê.

Di çalakiya li Gazînplatzê de girseya gel dowîzên bi nivîsa "We bi saxî birin, em bi saxî dixwazin" hilgirt û belavokên bi zimanê Elmanî li Swîsreyiyan belav kir.

Di daxuyaniya li ser navê girseyê hat dayîn de bal hat kişandin ser êrîşên faşîst ên gav bi gav zêde dibin. Di daxuyaniyê d hat ragihandin, rejîma AKP'ê ya ku wekîlên HDP'yî hedef digire, niha jî hewl dide şaredariyan desteser bike.

...