Ji bo komkujiya Roboskê atolyeya wêneyan
Ji bo komkujiya Roboskê atolyeya wêneyan
Ji bo komkujiya Roboskê atolyeya wêneyan
Di 28’ê Kanûna 2011’an de li Roboskê 34 ciwanên kurd ji aliyê artêşa Tirk ve bi balafirên şer hatin kuştin û di çarçoveya ‘Bi wêneyên ciwan û zarokan Roboskê’ de 43 çîrokên ku 60 zarokî nivîsiye û 600 wêne li gelek bajaran dê bi xwepêşendanekê bê parvekirin.
Wênekêş Selîm Yildiz û Semra Yeşîl ev xebat dan destpêkirin û bi wêne û çîroka komkujiya Roboskê tê vegotin. Ev çîrok û wêne dê li gelek bajaran bê pêşendan.
Wênekêş Selîm Yildiz der barê mijarê de agahî da û got: “ Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê ya Şirnexê 19’ê zarok 34 welatiyên me bi hinceta ku bazirganiya sînor kirine, di encama êrîşa hewayî ya hêzên çekdarî ya tirk ve hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê me wênekêşên dildar li Roboskê bi 60 ciwan û zarokî re 6 mehan atolyaya wêneyan pêk anî. Temenê wan di navbera 7 û 17’an de diguherî. Ji Stenbol, Amed û Wanê 25 wênekêşên dildar tevli bûn. Ciwanan çîrokên ku bixwe nivîsin wêneyên wan bixwe derxistin û şahiya jiyana Roboskê ya piştî komkujiyê kirin. Di nava bi hezaran wênyê de bi piştgiriya wênesazan , çîrok hatin hilbijartin.
ÇÎROK DÊ SÊ ZIMAN BIN
Yildiz diyar kir ku Atolyaya zarok û ciwanên wênekêş, bi giştî bi usula îmeceyê pêk hatiye û got: “ di vê mijarê de her kesî piştgirî daye. Hinek wênekêş şand, hinekan heqê riya me da. Niha hedefa me eve ku em 60 ciwan û zarokî 43 çîrok û 600 wêneyên xwe li gelek bajaran bi rayagiştî re parve bikin. Her wiha pirtûkek bi sê zimanan ya kurdî, tirkî û îngîlîzî jî em dê 4000 hezarî çap bikin û her wiha dvd ku ji roportajên zarokan pêk tê jî dê cih bigire. Hewcedariya me di vê mijarê de bi alîkariyê heye.
Yildiz balkişand ser girîngiya xebatan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi Wênekêşên ku em bikirin, emê piştgiriyê bidin vê projeyê. Piştgiriya bê kirin dê vê xebatê temam bike. Di mijara ku dê careke din tiştên li Roboskê pêk hatin li cihekî din pêk neyên, dê hestiyarî bê afirandin.”