Ji bo jinên li Şengal û Kobanê ji bo Parlementoya Swêdê pêşnûme
Ji bo jinên li Şengal û Kobanê ji bo Parlementoya Swêdê pêşnûme
Ji bo jinên li Şengal û Kobanê ji bo Parlementoya Swêdê pêşnûme
Parlementera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaweh bi pêşnûmeyekê careke din êrşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî jin û zarokan pêk hatin anî rojeva Parlementoya Swêdê.
Kakabaweh di pêşnûmeya xwe ya nivîskî de bal kişand ser jin û zarokên Êzidî, Asurî û Kurd ên ku li Şengal û Kobanê li rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin û xwest ku ji bo ziyanên ku çeteyên DAIŞ’ê dane herêmê were zanîn, divê delegasyonek bê avakirin û bişînin herêmê û xwet ku hukûmeta Swêdê ji bo dermankirina jin û zarokan hewl bide.
Kakabaweh xwest ku jin û zarok zêdetir bikarin parê ji alîkariya Swêd, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropa dişîne herêmê bê zêdekirin û ji Wezîrê Derve yê Swêdê Margot Wallstrom pirsî ka alîkariyeke têr ji bo jinên ku ji sedî 50’yê şêniya herêmê ye wê bikeve nava hewldanan an na.
Tê payin ku parlemento roja 18’ê kanûnê vê pêşnûmeya Kakabaweh bîne rojevê û gotûbêj bike.