Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê zend û bend hat badan
Piştî Konferansa li Parlamenta Ewropayê ya bi beşdariya zêdeyî 40 rêxistinên civakî yên sivîl ên herêmî û navneteweyî û komên siyasî, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê zend û bend hat badan.
Piştî Konferansa li Parlamenta Ewropayê ya bi beşdariya zêdeyî 40 rêxistinên civakî yên sivîl ên herêmî û navneteweyî û komên siyasî, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê zend û bend hat badan.
Gelek proje hatin avakirin, korîdora mirovahiyê jî wek esasa destpêkê hat nirxandin. Hemû komên YE û Parlamenta Ewropayê xwestin korîdor bê vekirin.
Konferansa Kobanê di 1’ê Tîrmehê de li Parlamenta Ewropayê (PE) pêk hat û serokê parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz jê re malovanî kir. Schûlz di peymana xwe ya bi dîmen de desteka xwe pêşkêş kir. Li ser navê Yekîtiya Ewropayê nûnerek beşdar bû û got ew desteka vekirî didin ji nû ve avakirina Kobanê.
'JI BO KORÎDORÊ WÊ ZEXT ZÊDE BIN'
Nûner Vasîlîs Bontosoglû diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya Karê mirovahiyê ya Komîsyona Ewropayê ji bo Kobanê çavkaniyên xwe xistiye tevgerê û anî ziman ku xebat wê bi rêveberiya Kobanê re bi koordîne bidome. Bontosoglû destnîşan kir ku ev peyama vekirî ya Yekîtiya Ewropayê ye û ragihand ku gelek girîng e Tirkiye sînorê xwe bike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatine wergirtin YE, di rojên pêş de wê ji bo Kobanê bikeve nava hewldanan.
Tevî vê hemû partiyên komên wan li PE’yê hene gotin divê korîdora mirovahiyê bê vekirin. Hat hînbû ku wê di demek nêz de ev rêxistin daxuyaniyek hevpar bidin. Tê payîn ku ji bo korîdor bê vekirin wê zext li Tirkiyeyê bên kirin.
Tevî ku di 25’ê Hezîranê de komkujiyek li Kobanê pêk hat û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da, ji bo avakirina ji nû ve ya Kobanê biryarek xurt derket holê. Der barê avabûnê de projeyek derket holê. Nexweşxane, dibistan, akademî, malên jinan, qadên zarokan, ekolojîk, çandî û hunerî gelek xebatên projeyê dimeşînin.
Nûnerên rêxistinan têkildarî xebatan de ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn.
JI KOMELEYA PIŞTEVANIYA FRANSA-KURDISTANÊ KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ
Seroka Komeleya Piştevaniya Kurdistan a Fransayê Sylîve Jan got: "Ji bo penaberên Kobanê heta niha me 50 hezar Euro berhev kir. Şaredariya Rhone Alp di 29’ê Hezîranê de 20 hezar Euro alîkarî da. Ji bo avakirina jinûve a Kobanê hewcedarî zêdene û em bi rêxistinên cuda re ketin têkiliyê. Di encama vê hewldanê de rêxistina Mîmarên Lezgîn beşdar bû. Em ji bo Elektîrîkvanên Sînornenas jî ketin hewldanan."
JIN MUTBEXA TAXÊ DIXWAZIN
Jan da zanîn ku ew dixwazin desteka rêxistina Cités unies France (CUF) bigirin û got CUF wek konfederasyoneke ku hemû şaredarî, bajar û herêman di bin xwe de berhev dike, xebatan dimeşîne. Jan da zanîn ku di encama van hewldanan de dixwazin li Kobanê mutbexek taxê ava bikin û ev tenê bi belavkirina xurekê wê sînor nemîne, wê di heman demê de ji bo jinan qada îstîhdamê ava bike.
Jan bi lêv kir ku ew hewl didin karsazên Fransî jî beşdarî avakirina Kobanê bikin got hewldanên wan yên di alî Fransayê de zêddetir siyasîne.
Jan wiha berdewam kir: "Lê her kes li ser pirsgirêka korîdorê sekiniye. Ji bo materyal derbas bin divê korîdor bê vekirin. Ev rewşek dramatîk e. Divê ji bo vekirina korîdrê deng bên bilindkirin. Di 25’ê Hezîranê de bi sedan kes hatin qetilkirin. Ev çavsor dibêjin qey wê bi çekên xwe me têk bibin. Berevajî vê biryara me ya avakirina Kobanê xurt bûye."
Komeleya Piştevaniya Kurdistan a Fransayê piştî dagirkirina Şengalê bi armanca piştevaniya Êzidiyan çûbû Bakurê Kurdistanê û lêkolîn kiribû. Li vir bi şaredariyên DBP’î re kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin. Ev xebat niha koçberên Kobanê jî digire nav xwe û berdewam dike.
Rêxistina Mîmarên Lezgîn çû Kobanê û rewş tespît kir. Rapor amade kir. Li gorî agahiyên ji Sylvîe Jan hatiye girtin, rêxistina Mîmaran di destpêkê de 500 hezar euro daye. Ji bo vê jî planek mîmarî ya mayînde û ekolojîk ava dike.
'ELEKTRÎKVAN JÎ DIKEVIN NAVA TEVGERÊ'
Sindoqa Navenda Aktîvîteyên Civaka Fransayê (CCAS) di 1’ê Tîrmehê de li Brukselê bi armanca piştevaniya Kobanê di konferansê de amade bû. Li ser navê CCAS ser Gîles Chatelaîn beşdar bû. CCAS wek komîteya şîrketa herî dewlemend a mezin ya welat tê dîtin.
Gîles Chatelaîn diyar ku di rewşa heyî de xebatekê dimeşînin, hîna projeyek ava nekirine û got: “Pirsgirêka elektîrîkê ya sereke ye. EDF ekîban naşîne herêma bi rîsk. Divê em rêyekê bibînin. Em hewl didin bi Elektîrîkvanên sînornenas re bikevin têkiliyê."
DIBISTANEKE FELSEFEYÊ
Femînîsta Belçîkayî Nele Vandengrîessche ku bi komîteya Şengal-Kobanê re dixebite, diyar kir ku ew dixwazin li Kobanê dibistanekê vebikin û got: "Ev projeyek Pedagojîk e. Ev dibistaneke felsefîke."
"SÎNEMAYA AMÛDÊ WÊ JINÛVE BÊ AVAKIRIN"
Proje tenê bi Kobanê re ne bi sînor e. Ji bo kantonên din jî xebat tên meşandin. Rêxistina tenduristiyê ya navneteweyî Medîco Internatîonal û rêxistina Civaka Azad a Frankfûrtê ji bo Amûdê projeyek hevbeş ava kirin. Hat gotin ku wê sînemeya Amûdê ji nû ve ava bikin.