Êşên Hopayiyên ku dema Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan serdanên hilbijartinê dikir, hate protesto kirin xilas nabin. Di derbarê 22 kesên ku ji bo mamostayên teqawit Metîn Lokûmcû ku di bûyerên Hopayê de jiyana xwe ji dest dabû de daxuyaniya çapemeniyê dabûn doz hate vekirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li navçeya Pazar ya Rîzeyê piştî mirina Lokûmcû Serokê Giştî yê Çay-Senê Recep Memîşoglû, Endamê Meclîsa ODP’ê Yaşar Aydin, Serokê ODP’a Rîzê Ahmet Haşim Parlak û Rêveberê ODP’ê yê Bajar Metîn Posta jî di nav de di derbarê 22 kesan de doz hate vekirin û dê 11’ê Kanûnê derkevin dadgehê.
Serokê ODP’a Rîzê Ahmet Haşîm Parlak li ser dozê daxuyaniyek da û balkişande ser ku, kina hikumeta AKP’ê û dozgeran ya Hopayê xilas nebûye û got; “ 31’ê Gulana 2011’an gelê ku xwedî li ax û ava Hopayê derketine xwestine daxuyaniyek ya çapemeniyê bidin. Lê belê li rastî tundiyekî ku nehatiye dîtin hatin. Di encama vê tundiyê de mamostayê şoreşger Metîn Lokûmcû jiyana xwe ji dest da. Bi dehan welatiyên me bimehan di girtîgehan de man. Lê belê ez dibînim ku hêjan ji hêza li Hopayê avabûyê ditirsin.”
Parlak destnîşan kir ku, Metîn Lokûmcû dostê wî yê 30 salane û wiha vegot; “Ez û Metîn di tekoşîna mamostatiyê de hertim li gel hevbûn. Wî bêy ku dest ji îdealên xwe berde jiyan kir. Dema ku me mirina wî bihîst em li rêxistina navçeya Pazarê bûn. Me li Pazarê daxuyanî da û me biryar girt ku derbazî Hopayê bibîn. Me li qada Pazarê daxuyanî da. Niha li rexmî ku 1,5 derbaz jî bûye, em nîha hîn dibin ku doz hatiye vekirin. min fêm nekir dê me ji bo çi bidarezînin. Lê belê ez dikarim vê yekê birihetî bêjim ku, ger darezandina me hinceta wê parastina îdealên Metîne, em dê hertim vî sûcî biberdewamî bikin. 11’ê Kanûnê di dadgehê de em dê hevalên xwe yên piranî rêveber û endamên partiyê, em dê li Hopayê parastina Metîn bidomînin.”