Ji bo hilbijêrên derveyî welat bangeke girîng

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê got, ‘’Her dengê ku em ê bidin demokrasiye, li dijî dîktatoriyê wê bibe bersiv, helwest û redkirinek.’’

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ji bo Hilbijartina 24’ê Hezîranê daxuyaniyek da û bangeke girîng li hilbijêrên li Ewropayê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin dengên li derveyî welat ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê girîng in û her dengek dikare qedera hilbijartinê biguherîne û hate gotin, ‘’Hilbijartinên li derveyî welat 1’ê Hezîranê dest pê dikin û 15’ê Hezîranê diqedin, ji bo vê jî divê demildest em dest bi xebatên xwe bikin.’’

KCDK-E'ê bal kişande giringiya dengên li dijî dîktatoriyê û got, ‘’Her denge ku neyê bikaranîn wê xizmetê ji dîktator Erdogan re bike û bi vê hişmendiyê dive em xebatan bikin. Her dengê ji bo demokrasiye, bersiv, helwest û redeke li dijî dîktatoriyê ye.’’

DENG WÊ ÇAWA AWERIN BIKARANÎN?

KCDK-E’yê got divê hemû hilbijêr lêbikolin bê ka qeydkirî ne yan na û li kîjan sefaretxaneyê wê dengê xwe bi kar bînin. KCDK-E’yê diyar kir ku hilbijêr ji malpera http://www.ysk.gor.tr/ bi nimroya xwe ya T.C’ê dikarin hemû agahiyan hîn bibin û heke qeyda hilbijêr nebe an jî li devereke dî qeydkirî be, li ser vebijêra ‘Hilbijêrên Derveyî Welat’, dikarin kazexa ‘Forma Diyarkirina Adrêsê’ (Forum B) dagirin û bidin sefaretxaneya ku lê qeydkirî ne.

KCDK-E’yê her wiha hişyarî da û got qeydên hilbijêrên derveyî welat heta 4’ê Gulanê didomin, îtîraza li Kutuka Hilbijêrên Derveyî Welat 4’ê Gulanê, saet  16.00’an diqedin.

KCDK-E’ê bang li meclis, pêkhate û saziyên dostên xwe kir ku ji bo lêpirsîna hilbijêran bi hilbijêran re alîkar bin.

HEMÛ WELATIYÊ T.C’Ê DIKARIN DENGÊ XWE BIDIN

KCDK-E’yê herî dawî got, hemû welatiyên T.C’ê dikarin dengê xwe bidin û ji bo vê jî bang li hemû meclis û pêkhateyan kir ku komiteyan ava bikin û heta 4’ê Gulanê qeyda hemû hilbijêran were kirin.

KCDK-E’yê kurtbûna demê bi bîr xist û got ji bo ku her kes dengê xwe bi kar bîne pêdivî bi xebateke bi tempoyeke zêde heye.