Ji bo hilbijartina Odeya Bazirganî û Sanayiyê bang
Ji bo hilbijartina Odeya Bazirganî û Sanayiyê bang
Ji bo hilbijartina Odeya Bazirganî û Sanayiyê bang
Hewldana Karsazan a Demokratîk ku bi navê ‘Lîsteya Şîn’ ket hilbijartinên Odeya Sanayî û Bazigraniyê ya Amedê, beriya hilbijartinan ku demeke kurt maye bang kir ku bila propangandaya hilbijartinê di nava samimiyetê de bê meşandin. Liser navê komê Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê Mesut Çelîk axivî û got: “Di hilbijartina beriya vê de em wek Kardsazên Demokratik bi rengê xwe ketin hilbijartin. Em tu kesî komên welatparêz nadarizînin. Lê em nêzîkatiyên li hemberî hilbijêran samîmî nabînin.”
Hilbijartinên Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê di 1’ê Hezîranê de diçe hilbijartinan. Li ser navê Hewldana Karsazên demokrat ku hilbijartinan beriya niha de bi Lîseya Şîn ket hilbijartinan, serokê Odeya Ezdezyarên Makîneyê Mesut Çelîk axivî û got: “Em odeyeke bazirganiyê ya xweseriya demokratîk hedef dikin. Em wek odeya bazirganiyê xwedî sekneke li hemberî pêvajoyê bi hestiryar de ne. Odeya bazirganiyê di demên herî dijwar de bi saziyên ku pêşengiya civakê kirin re tevgeriyaye. Ji ber vê jî odeyeke ku li gorî şert û mercên polîtîk tevnegere, dê bendewariyên gelê Amedê û aliyê bazigraniyê jî çareser neke.
Çelîk got divê rêxistinên civaka sivîl li dijî têkoşîna siyasî û çandî ya gelê xwe nebe wek çekê û got: “Hilbijartin amûra sereke ya demokrasiyê ye. Ev bo ku alî xwe bide nasîn û bi awayekî azad bimeşe girînge. Lê hinek kes hinek têgehan hundirê wan vala dike û vediguherin amûrên hilbijartinê. Ev jî nayê qebûlkirin. Welatiyên me yên welatparêz divê vê qebûl neke. Em hemû nêzîkatiyên şaş yên li hemberî endamên me yên hilbijêr ne samîmîbûnê dibînin.
Em dîsa bi lîsteya Şîn dikevin hilbijartinan. Em wek komeke karsazan, tu carî xebateke li gorî kesan esas nagirin. Li şûna ku em kesan mezin bikin, em dê bi motîvasyoneke ku nirxên gel esas digire tevbigerin.”